Operasyonên qirkirina siyasî: 16 binçavî, 1 girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li sê bajaran de 16 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Wan, Mêrdîn û Rihayê 16 kes hatin binçavkirin, kesek jî hat girtin.

WAN

Li Wanê, rêveberên DBP'ê yên Bajêr Ahmet Enterîlî û Medenî Gumuştaş jî di nav de 8 kes piştî veşartina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yûnûs Emre Aras (Bedran Wan) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

MÊRDÎN

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Firat Alokmen ê 10'ê Nîsanê li Amedê di serdegirtina Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê de hat binçavkirin anîn Mêrdînê. Piştî ragirtina li emniyetê, Alokmen derxistin pêşberî dozgeriyê. Dozgerê Tirk piştî ku îfadeya wî girt, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo bê girtins ewqî dadgehê kir. Dadgeha dewlet Tirk jî biryara girtina Firat Alokmen da û ew şand girtîgehê.

Li navçeya Kerboranê jî mamosteyê Dibistana Seretayî ya Ataturkê Mahsûm Akkaya û mamosteyê Dibistana Seretayî ya Yûnûs Emre Ozge Adanûr ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku Akkaya û Adanûr ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Kerboranê.

RIHA

Li navçeya Riha Curnê Rewş, di serdegirtina malan de Ramazan Toprak û kurên wî Yûnûs û Mecnûn Toprak û rêveberên DBP'ê yê navçeyê Hasan Cidir hatin binçavkirin. Li taxa Qizkulî jî jendermeyan avêtin ser malekê û Adîl Tûrgût û kurê wî Mujdat Tûrgût binçav kirin. Hat îdîakirin ku van kesan bi rêya medya civakî 'heqaret' li Serokkomarê Tirk xwarine, lewma hatine binçavkirin. Binçavî birin Midûriyeta Jendermeyan a Navçeyê.