BI DÎMEN

TUHAD-DER: Divê daxwazên girtiyan derhal bên qebûlkirin!

Ji TUHAD-DER'ê Salîhe Bakir xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne derhal werin qebûlkirin û got, "Eger veger li pêvajoya aştî û muzakereyê neyê kirin, dibe ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê."

Ji TUHAD-DER'ê Salîhe Bakir xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne derhal werin qebûlkirin û got, "Eger veger li pêvajoya aştî û muzakereyê neyê kirin, dibe ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê."

Greva birçîbûnê ya dorveger a roja 3'ê Adarê li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê destpê kir, di roja 42. de ye. Girtiyên ketine grevê dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, polîtîkayên şer ên AKP'ê yên li Kurdistanê tên meşandin bi dawî bibin, rêyên muzakereyê bên vekirin, şert û mercên agirbestê werin afirandin û daxwaza statuyê ya gelê Kurd bê qebûlkirin.

Hevseroka TUHAD-DER Şaxê Amedê Salîhe Bakir li ser greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î ji ANF'ê re axivî.

Bakir da xuyakirin, ku hema hema li tevahiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê di grevê de ne û destnîşan kir, zextên heyî yên li girtiyên siyasî tên kirin, bi destpêkirina greva birçîbûnê re zêdetir bûn.

Bakir got, "Mîna ku zext û îşkence têra wan nake, bi mejiyê cezakirina girtiyên di grevê de ne, gelek ji wan sirgûnî girtîgehên din kirin. Girtîgehên Osmaniye, Şakran, Bandirma, Balikesîr û gelek mîna wan weke cihê sirgûnê hatin bikaranîn. Bi vê sirgûn, pêkanînên xerab û îşkenceyê ve dixwazin vîna girtiyan bişikînin û ji grevê vegerînin. Lewma em dizanin li gelek girtîgehên girtî sirgûnî wan deran hatine kirin, pêwîstiyên girtiyan ên weke xwarin, vexwarin, kinc, xweşuştin bi rojan nayên dayîn, li girtiyan tê xistin, xizmên wan ê ji bo hevdîtinê diçin, nikarin wan bibînin û lêgerîna bi rengekî tazî li ser girtiyan tê ferzkirin."

'BI SEDAN GIRTIYAN JI BO ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ DAXWAZNAME DAN'

Bakir da xuyakirin, ku girtiyên ketine greva birçîbûnê, ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê daxwazname pêşkêş kirine û got, "Ji ber ku daxwazên wan ên demokratîk ev mehek in bêbersiv hatine hiştin, weke gava destpêkê biryar dan 2 mehan dernekevin hevdîtinên vekirî û girtî. Li aliyê din, weke ku tê zanîn li Girtîgeha Îmraliyê tevî Birêz Ocalan ê tecrîdkirî, hin girtiyên PKK'yî jî hebûn. Berî çend mehan ev girtiyên PKK'yî bêyî sedemek ji wan re bê ragihandin, bi lez û bez ji Girtîgeha Îmraliyê hatin sirgûnkirin. Li ser vê yekê, hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê daxwazname pêşkêş kirin û ji bo sewqî Girtîgeha Îmraliyê werin kirin bi awayekî fermî serlêdan kirin."

HIŞYARÎ DA AKP'Ê: WÊ KES NIKARIBE HESABÊ VÊ BIDE!

Hevseroka TUHAD-DER Şaxê Amedê Salîhe Bakir herî dawî ev hişyarî da AKP'ê: "Eger bi lezgînî veger li pêvajoya aştî û muzakereyê neyê kirin, dibe ku greva birçîbûnê veguhere rojiya mirinê. Daxwaza me ji hikûmeta AKP'ê ew e ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan derhal rake û bihêle ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Her wiha muzakere ji nû ve destpê bike û daxwaza statuya demokratîk a ge lê Kurd bê qebûlkirin. Di rewşeke berevajî de, wê ti kes nikaribe hesabê encamên derkevin holê bide."