Dayikên Aştiyê yên Amedê: Em TOKÎ û Toledo naxwazin
Dayikên Aştiyê yên Amedê gotin, "Hikûmeta AKP'ê dixwaze, zilma di salên 90'î de li gundên Kurdan hatin kirin, derbasî bajaran bike."
Dayikên Aştiyê yên Amedê gotin, "Hikûmeta AKP'ê dixwaze, zilma di salên 90'î de li gundên Kurdan hatin kirin, derbasî bajaran bike."
Dayikên Aştiyê yên Amedê gotin, "Hikûmeta AKP'ê dixwaze, zilma di salên 90'î de li gundên Kurdan hatin kirin, derbasî bajaran bike."
Polîtîkaya koçberiyê û hilweşandinê ya di aslên 90'î de li gundan hatin kirin, di roja îro de bi destê hikûmeta AKP'ê li navendên bajaran tê meşandin. Di bin navê 'îstimlaqkirina lezgîn' de mal û milkên gel tên talankirin, pêşkêşî jêxurên li derdora AKP'ê tên pêşkêşkirin û hewl tê dayîn radestî TOKÎ werin kirin.
Li ser dagirkirina Sûrê di bin navê 'îstimlaqkirina lezgîn' de Dayikên Aştiyê yên Amedê ji ANF'ê re axivîn.
NEVRIYE KAÇAN: Dewleta ku di salên 90'î de bi şewitandina gundan, serdegirtinan, girtin, koçberiya bi darê zorê û kuştinên kiryar nediyar re nikarîbû gelê kurd biqedîne, hewl dide vê daxwaza xwe îro li metropolan bi cih bîne. Sûr ku dilê paytexta Kurdistanê Amed e, bi mehan xera kirin. Weke Dayikên Aştiyê, ji bo pêşîgirtina li vê rewşê em gelek caran ketin nava hewldanan, Lê bi ser neketin. Di dema qedexeyê de em ketin nava Sûrê û me dît, ku zilmeke mezin li gelê li wir tê kirin. Dewlet bi tank, top û hemû hêza xwe ya leşkerî êrîşî Sûrê dike. Armanca wan hilweşandina temamiya Sûrê bû. Polîsan ji maşînên zirxî anons dikirin û zor didan gel ji bo ji malên xwe derkeve. Digotin; eger hûn dernekevin em ê mala we bi serê we de bînin xwarê. Mîna ku ev hemû têrê nake, radibin di bin navê 'îstimlaq'kirinê de dest datînin ser mal, milk û xaniyên gel. Hikûmeta AKP'ê û Erdogan li pêş çavên tevahiya cîhanê Kurdan qetil dike. Banga min li hemû gelên cîhanê û dewletên Ewropayê ye: Li pêşberî vê bêhiqûqiya li Sûrê bêdeng nemînin û nerazîbûnê nîşan bidin.
RAÎFE OZBEY: Di rojên destpêkê yên dorpêçkirina Sûrê de hikûmeta AKP'ê da xuyakirin, ku sedema xerakirina Sûrê xendek û bend in. Lê belê hilweşîn û biryara 'îstimlaq'kirinê nîşan da, ku hikûmeta AKP'ê hîmên planên xwe yên kirêt ên li hemberî Sûrê ji mêj ve daniye. Eger bê bîra we; Serokwezîr Davûtoglû piştî talan û hilweşandina hêzên dewletê li Sûrê kirin gotibû; 'em ê Sûrê bikin Toledo'. Em Toledo jê naxwazin, kolanên xwe dixwazin. Tank û topan Sûr bi erdê re kirin yek. Kevir li ser kevir nehiştin, xanî şewitandin, ji heft heta heftê salî, jin, ciwan her kes qetil kirin û yên mayî jî bi zorê koçber kirin. Lê qîma xwe bi vê nî nanîn, rabûn dest danîn ser cenaze, mal û milkên mirovan. Mirov êdî di nava xirbeyên xaniyan de li cenaze û eşyayên xwe digerin. Maf, hiqûq û edalet nikarin bersivê bidin vê wehşeta dewletê. Mal û milkên bi hezaran mirovan, bêyî destûr ji wan bê stendin, hatin desteserkirin. Wê li gelek ji van eraziyan qereqol û navendên polîsan çêbikin. Hikûmeta AKP'ê dixwaze zilma di salên 90'î de li gundan hat kirin, îro li bajaran bike. Bang li tevahiya gelê Kurd bi taybetî jî gelê Sûrê dikim: Li hemberî vê bêhiqûqiyê, li hemberî vê wehşet û zilmê bêdeng nemînin.
HANÎFE AKPOLAT: Li Sûrê hovîtiyek nikare bê vegotin, hat kirin. Piştî komkujî û wêrankirina bajêr Serokwezîrê Tirk bêyî li ber we bikeve rabû got, 'Em ê Sûrê bikin Toledo'. Xaniyê me yên ji kevir û Sûra me ji bo me nirxekî giranbuha bû. Em Toledoya wî naxwazin. AKP li Sûrê daye dû rantê. Yekane armanca AKP'ê ew e ku erdê gel ê li Sûrê radestî TOKÎ bike. Hikûmeta AKP'ê ya li Sûrê ji pitika du mehî heta welatiyên heftê salî mirov qetil kir, mirovên sivîl weke terorîst nîşan da û hewl da komkujiyên kiriye mafdar nîşan bide. Bi 18 tabûran ket nava Sûrê. 4 ji van tabûran îmha bûn. Lê belê ji bo civak nerazîbûnê nîşan nede, ev kuştiyên xwe veşart. Ev wêranî û komkujî ji bo xatirê xeyala Toledoyekê bû. Em TOKÎ û Toledoya wan naxwazin. Em tiştekî ji dewletê hêvî nakin. Yekane daxwaza me ev e; em dixwazin bi nasname û çanda xwe bi awayekî azad bijîn.