Ji ber êrîşên li dijî Şêxmeqsûd kordînasyona agirbestê careke din hat agahdarkirin

YPG'ê, ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta Suriyeyê re nameyeke din şand û diyar kir ku komên çeteyan êrîşên xwe yên li ser Şêxmeqsud domandine û di van êrîşan de madeyên nefesa welatiyan qut dike, bi kar anîne.

YPG'ê, ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta Suriyeyê re nameyeke din şand û diyar kir ku komên çeteyan êrîşên xwe yên li ser Şêxmeqsud domandine û di van êrîşan de madeyên nefesa welatiyan qut dike, bi kar anîne.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê, têkildarî êrîşên komên çete yên qaşo mûxalefeta Suriyeyê, ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta Suriyeyê re nameyek din şand.

Name wiha ye:

"Ji Endamên Birêz ên Tîma Taybet a Agirbesta Sûriyeyê re

Em dixwazin we agahdar bikin ku di roja 12'ê Nîsana 2016'an saet di 00:15'an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê (Tevgera Ehrar El-Şam, Lîwaa El-Fetih, Lîwaa Sultan Murad, Ceyş El-Mucahidîn, Firqa 16, Tabûrên Nûreddîn Zenkî, Firqa El-Şemaliye, Tabûrên Festeqim Kema Umirt, Suqur El-Cebel, Cundul Eqsa, Tabûrên Sultan Fatih, Firqa 1 Sahilî, Tabûrên 116, Alaya Yekem, Tûgaya 13, Tabûrên Ebû Emare) topbarana li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam kirin.

Van koman ji aliyê herêmên Sekin El Şebabî û Eşrefiyê topên hawanê û mûşekên bi destan hatine çêkirin avêtin taxê. Di encamê de tevî zarokê 5 salî yê bi navê Şêro Osman (ji lingê xwe yê çepê) 5 kes birîndar bûn. Li gel birîndaran pirsgirêka tengbûna nefesê û fetisandinê hatiye dîtin."