Gerîlayên YJA Starê xwe ji şer re amade dikin

Bi hatina biharê re hêzên YJA Starê xwe ji bo şer amade dikin.

Bi hatina biharê re hêzên YJA Starê xwe ji bo şer amade dikin.

Ji gerîlayên YJA Starê yên çekên giran bi kar tînin Bêrîvan Rizgar û Asmîn Serhat gotin, "Em bêhtir giraniyê didin ser çekên giran û bi hatina biharê re ji bo bi xurtî tevlî pêvajoyê bibin, em xwe amade dikin."

BERSIVA LI PÊVAJOYÊ

Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîvan Rizgar da xuyakirin, ku ew giraniyê dide ser çeka hawanê û got, "Ev branşa min e. Ji bo çeka xwe bêhtir bi bandor bi kar bînim û hîn bi xurtî tevlî vî şerî bibim, xwe amade dikim. Ji ber ku pêvajo berfireh e û tevlîbûneke xurt dixwaze. Me heta roja îro xwe li zext û komkujiyên li gelê Kurd tên kirin ragirtin. Lê êdî wê tola komkujiyên hatine kirin bê hilanîn. Em di pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Weke hêzên gerîla, ji bo em bersivê bidin gelê xwe û hîn bi xurtî tevlî şerê îsal bibin, em xwe amade dikin."

'YJA STAR WÊ TOLA GELÊ KURD HILÎNE'

Endameke din a YJA Starê Asmîn Serhat jî got, "Ez û hevala Bêrîvan bi giranî xwe li ser branşa çekên giran amade dikin. Beriya niha jî me ev çek bi kar anîn, lê ji bo tevlîbûneke xurtir em bêhtir giraniya xwe didin ser.

Ev sal hem ji bo gelê me hem jî ji bo me saleke giran bû. Dijmin ji bo gelê me û me tine bike ji her alî ve êrîş kir. Lê êdî ji niha û pê ve şerekî giran li pêşiya me ye. Bêguman a li gelê Kurd hatiye kirin, wê bêbersiv nemîne. Dem dema tolhildanê ye.

Bi taybetî dixwazim bang li gelê Kurd û ciwanên me bikim; Em hatine cihekî welê, ku êdî divê em fikarên xwe yên şexsî deynin aliyekî. Roj roja berxwedanê ye. Ji bo parastina hebûna xwe şert e em şer bikin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin, ku li ber xwe bidin."

...