Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin

Cenazeyê şervanekî YPG’ê û cenazeyê şervanekî Ceyş El-Siwar ku di berxwedana Şêx Meqsûd û Seken Şebabî de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin.

Cenazeyê şervanekî YPG’ê û cenazeyê şervanekî Ceyş El-Siwar ku di berxwedana Şêx Meqsûd û Seken Şebabî de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Armanca Amed (Rênas Heyder) ê ku di 9’ê Nîsana 2016’an de li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê şervanên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) Nîdal Cemîl (Nîdal) ku di 11’ê Nîsanê de li Taxa Seken Şebabî ya Helebê jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Avrîn hatin wergirtin.

Bi sedan kesên ku her du cenaze wergirtin, bi konvoyekî wesayîtan ber bi Goristan Şehîd Refîk a li gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera ve bi rê ketin. Dema konvoy gihîşt goristanê merasîmek bi heybet hat lidarxistin.

Di merasîma rêveber û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl jî tevlî bûn de, piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê YPG’ê Şervîn Şiyar, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmud Yaqup, li ser navê Meclîsa Şehba Dilar Zagros axivîn. Di axaftinan de berxwedana Şêx Meqsûd hate silavkirin û hate gotin ku bi saya şehîdan gelê herêmê tê parastin. Di axaftinan de soza şopandina şervanan hatin dayîn.

Malbatên her du şervanan jî di merasîmê de axivîn û soza şopandina rêya zarokên xwe dan.

Piştre nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Piştre jî cenazeyên her du şervanan bi tîlîlî û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve spartin axê.