BI DÎMEN

Şervanên YPJ'ê: Li Şêxmeqsûd mozaîka gelan hedef tê girtin

Şervanên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Rengîn Cûdî diyar kirin, êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd, ji aliyê dewleta Tirk, Barzanî û PDK'ê ve tên organîzekirin.

Şervanên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Rengîn Cûdî diyar kirin, êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd, ji aliyê dewleta Tirk, Barzanî û PDK'ê ve tên organîzekirin.

Şervanên YPJ'ê Dêrik û Cûdî dan xuyakirin, ku çeteyên KNS û ENKS'ê bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirine û ji ber van êrîşan bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan jî birîndar bûne.

Şervanên YPJ'ê Nûjîn Dêrik û Rengîn Cûdî, der barê êrîşên çeteyan ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê de, li Eniya Tişrînê ji ANF'ê re axivîn.

LI ŞÊXMEQSÛDÊ MOZAÎKA GELAN HEDEF TÊ GIRTIN

Nûjîn Dêrik da xuyakirin, ku taxa Şêxmeqsûd her çend weke taxeke Kurdan tê zanîn jî, taxek ji mozaîka gelan e û anî ziman, ku li vê taxê ne tenê Kurd, Ermenî û Suryanî, civakên ji gel û baweriyên cuda jî dijîn. Dêrik diyar kir, ji roja destpêkê ya şerê Sûriyeyê û vir ve mirovan ji gelek herêman koçî taxa Şêxmeqsûd kirine û şêniyên taxê jî ev mirov hemû vehewandine.

Şervana YPJ'ê diyar kir, çeteyên KNS û ENKS'ê dixwazin vê rastiyê bi temamî ji holê rakin, lewma bi binpêkirina her şêwe pîvanên şer re êrîşî gelên Şêxmeqsûd dikin.

Dêrik ragihand, êrîşên çeteyên KNS û ENKS'ê ji kêliya destpêkirina agirbesta ji aliyê DYA û Rûsyayê ve hat ragihandin destpê kiriye û heta roja îro her dijwar bûye.

Dêrik bal kişand ser bêdengiya her du mûxatabên agirbestê DYA û Rûsyayê li pêşberî êrîşên li hemberî gelên li Şêxmeqsûd û got, "DYA û Rûsya bi bêdengiya xwe ya li pêşberî êrîşên li dijî gelên Şêxmeqsûd re nîşan didin, ew li Sûriyeyê çareseriyê naxwazin."

Şervana YPJ'ê Nûjîn Dêrik da xuyakirni, ku DYA, Rûsya, Erebîstana Siûdî, Qatar û dewleta Tirk, di şexsê gelê Kurd ê li taxa Şêxmeqsûdê de teslîmiyetê li ser hemû gelan ferz dikin û destnîşan kir, lê belê jin û xortên leheng ên gelê Kurd teslîmiyet qebûl nekirine. Wan berxwedan hilbijartin e.

'ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ TAXA ŞÊXMEQSÛD JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TÊN ORGANÎZEKIRIN'

Şervana YPJ'ê Rengîn Cûdî jî ragihand, ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê i hemberî gelê Kurd şerekî ne exlaqî tê meşandin û anî ziman, ku bi mikurhatinên çeteyan jî hatiye piştrastkirin; ev êrîşên barbar ên li hemberî Şêxmeqsûd ji aliyê dewleta Tirk ve tên organîzekirin.

Rengîn Cûdî diyar kir, çeteyên KNS û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd di rojên dawî de zêde kirine û bibîr xist, ji ber van êrîşa bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan mirov birîndar bûn.

 Cûdî ragihand, êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve bi çekên giran tên kirin, lê li hemberî van êrîşan gelê Kurd hîn bêhtir li dora YPG/YPJ'ê li hev civiya ye.

Cûdî got, "Êrîş çiqasî bên kirin jî, ti hêz nikare gelekî rêxistinbûyî têk bibe, nikare teslîm bigire. Eger ev gel bi rêxistina xwe re bû be yek, qet teslîm nayê girtin, serî lê nayê tewandin." Cûdî destnîşan kir, ku ew ji komên çete yên li hemberî wan re nabêjin 'li hemberî me şer nekin', ew dibêjin 'şerekî bi exlaq' bimeşînin.

Şervana YPJ'ê Rengîn Cûdî got, "Em dixwazin dijminê li hemberî me bi exlaq be. Lê em dibînin dijminê li hemberî me bê exlaq e. Em vê rastiyê dibîne û li gorî vê helwestê nîşan didin.

Şervana YPJ'ê Cûdî di serî de gelê Kurd bang li gelan kir, ku taxa Şêxmeqsûd bi tenê nehêlin û ev bang li gelê Şêxmeqsûd kir: "Weke şervanên YPJ'ê me ti carî gelê xwe yê li Şêxmeqsûd bi tenê nehişt û em ê bi tenê nehêlin. Ji bo bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe, em ê hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û bi ser kevin."

Cûdî diyar kir, ew ê li hemberî êrîşên çeteyên KNS û ENKS'ê çi li Şamê, çi li Helebê, çi jî li Kobanê, Efrîn û Cizîrê li her derê gelên xwe biparêzin û rê nedin faşîzmê."

...