Rojava hilbijartinên Sûriyeyê boykot dike

Li Sûriyeyê îro hilbijartinên Meclîsa Gel tên kirin. Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hilbijartin nayê kirin.

Li Sûriyeyê îro hilbijartinên Meclîsa Gel tên kirin. Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, hilbijartin wê li herêmên xweser neyê kirin.

Piştî daxuyaniya kordînasyonê, Hêzên Asayîşa Rojava, li herêmên xweser bi taybetî li bajarên Qamişlo û Hesekê ji bo rejîm sindoqan danîne, tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.

Hêzên Asayîşê nehiştin Dîfaa El Wetenî ya ser bi rejîmê li qadên rêveberiya xweser sindoqan deyne.