Ji YPS/YPS Jin daxuyanî

Der barê yek mehiya berxwedana xwerêveberiyê de Kordînasyona YPS/YPS Jin a Şirnexê daxuyaniyek weşand û got, "Bi fedekariya û berxwedana bi heybet a şehîdan re, dijmin li Şirnexê bi gavekê jî bi pêş de neçûye."

Berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê li dijî êrîşên çeteyên Qesrê tê meşandin, di roja 30. de ye. Li ser vê berxwedana ev 7 meh in li 7 taxên bajêr tê meşandin Kordînasyona YPS/YPS Jinê ya Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku êrîş li her qadê hatine pûçkirin û hat gotin, "Berxwedana me ya bi heybet a li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê ku di bin navê 'qedexeya derketina derve' de li Şirnexê dimeşînin, mehek li dû xwe hişt. Ev 30 roj in kolan bi kolan, tax bi tax, bi ruhê xurt ê baweriya bi şoreşê re em li dijî êrîşên bêeman ên dijmin li ber xwe didin. Hemû gavên taktîkî yên çeteyên Qesrê, di encama berxwedana bi heybet û fedekariya şehîdên YPS/YPS Jinê de hatine pûçkirin. Dijmin li ti taxê gavekê jî bi pêş de neçûye û ji ber berxwedan bi heybet, neçar maye xwe eişîne. Divê kes ji propaganda reş bawer neke. Dijmin di berxwedana xwerêveberiyê de bi ser neket, lewma hewl dide bi şerê psîkolojîk bi ser keve. Bila gelê me bi vê zanibe; Dijmin li qadên berxwedanê yên li Şirnexê gavekê jî bi pêş de neçûye. Em berxwedana bi heybet a bi biryardarî û baweriya şehîdên me derket holê, diyarî gelê Botanê dikin. Em vê bangê li gelê xwe dikin; Em layiqî fedekariya mezin a şehîdên Kurdistanê bin, bi bihara bi heybet re em berxwedana xwe mezin bikin û bi ser bixînin."