'Projeya çareseriyê ya AKP'ê nîne, projeya tinekirinê heye'

Ayata da xuyakirin, ku Ocalan hewl da AKP'ê li dora maseyê bide rûniştandin û pirsgirêka Kurd çareser bike. Ayata diyar kir, lê belê Erdogan hevdîtin red kir, ji dora maseya çareseriyê rabû û bi lez û bez darbe pêk aniye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata da xuyakirin, ku Ocalan hewl da AKP'ê li dora maseyê bide rûniştandin û pirsgirêka Kurd çareser bike. Ayata diyar kir, lê belê Erdogan hevdîtin red kir, ji dora maseya çareseriyê rabû û bi lez û bez darbe pêk aniye.

Ayata di hevpeyvîna bi ANF'ê re bibîr xist, ku desthilatdariya AKP'ê agirbesta heta sala 2004'an ji nedîtî ve hatiye û got, "Nêzîkatiya wan a bingehîn; di bin navê gotina aştiyê de meşandina şer bû. Eger aştî bê wê Kurd bibin xwedî statu û nasnameyê. Eger şer biqewime, wê Kurd li dora hev bicivin û li ber xwe bidin. Ji wan hebû, eger hêzên gerîla, kadro li ber xwe nedin, şer nekin wê bi demê re sist bibin, sivîl bibin û ji hev belav bibin. Piştî ku Tevgera Azadiyê di hilbijartinên şaredariyê de encameke serketî bi dest xist, bi 'operasyonên KCK' re her kesên bi awayekî aktîf dixebitîn girtin û bi vî rengî hewl dan şer sor bikin. Di salên 2011-2012'an de şerekî dijwar qewimî. Rêber Apo bi çavdêrî û destwerdanên xwe re AKP ber bi aliyê maseyê ve kişand û hewl da pirsgirêkê bi rêyên qanûnî û demokratîk çareser bike. Pirsgirêka Kurd derket asteke welê ku nema dikare bê înkarkirin, bi şîdetê nayê tinekirin. Hewl da ji nava vê rewşê, Tirkiyeyeke demokratîk, welatekî pirsgirêka Kurd çareser kiriye, bafirîne. Newroza 2013'an hêvî û moraleke mezin da civakê. Cara yekemîn daxuyaniyên Rêber Apo, danezana wî li pêşberî mîlyonan hat xwendin. Bendewariya 'dewlet vê carê cidî ye, wê pirsgirêk çareser bibe' derket holê. Heyet çûn hatin, lê pêşketin nebû. Derket holê ku ev hemû taktîkên AKP'ê yên mijûlkirinê ye. Projeyeke xwe ya çareseriyê tinebû, ti projeyeke xwe ya pêşkêşî civakê bike tinebû. Bi tenê xwest ji PKK'ê xelas bibe. PKK weke pirsgirêk dît."

ERDOGAN HEVDÎTIN RED KIR Û JI DORA MASEYÊ RABÛ

Ayata da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî di çareseriyê de israr kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di 28'ê Sibatê de 10 xalên mutabaqata Dolmabahçeyê ji aliyê hikûmetê û heyeta HDP'ê ve hatin eşkerekirin. Gotin; vaye bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Piştre Erdodan ev hevdîtin red kir û ji dora maseya çareseriyê rabû. Aliyê Kurd ji dora maseyê ranebû, mase neqeliband. Samîmî bû, heyeta muzakereyê wê piştî hefteyekê biçûya û muzakereyê destpê bikira. PKK wê kongreya xwe bicivanda. Yanî li ser vê li hev hatibû kirin. Lê belê Erdogan bi gotina 'pirsgirêka Kurd nîne, mutabaqat nîne, em ê Îmraliyê meşrû nekin' re mase qeliband. Ji ber ku hêza hikûmeta AKP'ê, hêza Davûtoglû ya li dijî vê derkeve tinebû, bêdeng man û bi ya Erdogan kirin.

BI LEZ Û BEZ KETIN NAVA PÊVAJOYEKE DARBEYÊ

Piştre hilbijartin hat kirin û projeya HDP'ê encameke xurt bi dest xist. Rêxistinbûyîneke demokratîk, alternatîf bend derbas kir. Moral da bindest û demokratan. Dema hikûmeta AKP'ê nikarîbû tehemûlî vê encamê bike, berê xwe da komkujiyên mezin. Tevî van hemûyan jî Erdogan dev ji xeyala xwe ya serokatiyê berneda. Eger koalîsyon bihata avakirin, ev yek wê bi kêrî AKP'ê nehatibûya. Bi lez û bez ketin nava pêvajoyekê darbeyê. Hilbijartijên 7'ê Hezîranê tine hesibandin. Hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî di nava şert û mercên qet li yên hilbijartinê nayên de pêk anîn. Bi şîdet û terorê re darbeyek kirin. Ji xwe şer beriya hilbijartinê hatibû destpêkirin."

Mûzaffer Ayata da zanîn, di 24'ê Tîrmehê de şerê topyekûn hat destpêkirin û plana têkbirinê xist meriyetê.

TIRKIYE ŞEREKÎ LI DERVEYÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ DIMEŞÎNE

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata da xuyakirin, ku Tirkiye niha şerekî li derveyî qanûnên navneteweyî dimeşîne û got, "Ne li gorî peymana Cenevreyê tevdigere, ne qanûnên xwe bi cih tîne, ne jî li gorî mafên mirovan ê hiqûqa navneteweyî tevdigere. Bajaran dişewitîne, mirovan diqewirîne, dest datîne ser mal û milkan, herêmên afetê îlan dike. Ji vê yekê re jî kirasên qanûnî amade dike. Vaye dibêjin wê avahiyên TOKÎ çêbikin, li her derê qereqolan ava bikin. Mîna modela gundên stratejîk ên Vîetnamê wê qadên jiyanê bên avakirin. Bi vî rengî wê Kurdên nereviyane, li girtîgeha servekirî ya ji sedî sed di bin kontrola dewletê de ye, rabigirin. Wê jiyana sivîl jî ji holê rakin. Eger karibin wê koçberan, hindikahiyan bînin û li vir bi cih bikin. Wê bi nifûs û erdnîgariya wê ve bilîzin. Bi ajankirin, sîxurî, nokerî, terîqatî, mezhebî, bikaranîna ol, zêdekirina cerdevanan û kuştina Kurdan bi destê Kurdan, wê civakeke welê bafirîne ku kes li rûyê kesî nenihêre."

Ayata ragihand, ev projeya paqijkirinê-tinekirinê ji Îmraliyê destpê kir û got, "Ji ber ku Rêber Apo rêberê vê tevgerê ye. Lewma tecrîdê kûrtir dikin. Yê ku ji bo Tirkiyeyê xwedî projeyan e, li berjewendiyên gelê Tirk jî difikire û projeyeke demokratîkbûyînê ya gelê Tirk jî dikare bi hêsanî bipejirîne afirandiye, wê çawa ji aliyê Erdogan ve pêşkêşî civakê were kirin? Ev ne pêkan e. Ji ber vê yekê ti carî nehişt komek ji rojnamevanan biçe Îmraliyê. Nexwestin Serok Apo nêrînên xwe yekser bigihîne gel. Wextekê notên hevdîtinê dihatin weşandin, lê ew jî qedexe kirin. Daxuyaniyên hevdîtinê yên heyeta Îmraliyê jî bi qanûnî qedexe kirin. Rojnameya Mîlliyetê carekê weşand, qiyamet rakirin. Ji ber ku Rêbertî xwedî projeyên çareseriyê ye. Lê ti projeyeke çareseriyê ya AKP'ê nîne. AKP xwedî projeya paqijkirinê-tinekirinê ye."

'FEVZÎ ÇAKMAK, ÎSMET ÎNONU ÇI KIRIBIN, ERDOGAN JÎ HEMAN TIŞTÎ DIKE'

Ayata diyar kir, AKP çareseriyê, demokratîkbûyînê naxwaze û bal kişand ser planên AKP'ê yên li herêma Mereşê ya Elewiyan dixwaze bi cih bîne.

Ayata işaret bi polîtîkaya Kembera Ereb kir û got, "Çawa ku Fevzî Çakmak, Îsmet Înonu, mirov ji Kafkasya û Derya Reş anî li Erzînganê bi cih kirin û Kurd belav kirin, Erdogan jî niha heman tiştî dike."

Ayata der barê guhertina demografiya Mereşê de got, "Ji xwe bi demografiya herêma Mereşê lîstibûn. Bi komkujiya Mereşê re Kurd, Elewî, demokrat belav kirin. Gelek kêm man e. Niha jî hewl didin di demeke kurt de wan jî belav bikin û li şûna wan nifûsa Ereb a Sûnî bi cih bike. Wê beşek ji van bike DAIŞ, perwerde bike û di nava ocaxên Osmanî de bike milîtan. Û van li hemberî Kurdan, li hemberî demokrat û Elewiyan bide şerkirin. Ev polîtîkayeke nîjadperest û faşîzan e."

BANGA LI GEL, REWŞENBÎR Û ELEWIYAN

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata  li hemberî vê xeteriyê destnîşan kir, ku divê gel qiyametê rake. Ayata got, "Kurd, Tirk, rewşenbîr û Elewî pêwîste li hemberî vê nîjadperestiyê, vê rêvebirina ji navenda Enqereyê û guhertina rêxistinbûyîn û jiyana civakê, bisekiniin û jê re bêjin; Na. Di nava sedsala 21'an de belavkirina civakê, koçberkirin û qirkirin, herî zêde di serdema rêveberiya Erdogan de hatiye kirin. Ya ku ew dikin, qirkirin e. Qirkirin jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li her devera cîhanê, ev sûc li ber demê dikeve. Bi taybetî Elewiyên li Ewropayê, Elewiyên li Tirkiyeyê divê qiyametê rakin. Hemû hêzên demokratîk û şoreşger, pêwîste destê bidin Elewiyan."