Cenazeyê şervanê HPG'ê Bozan hate teşxîskirin
Cenazeyê Şaban Bozan(Serxwebûn Garzan) ê HPG'yî li Saziya Tibê ya Edlî ya Meletiyê hate teşxîskirin.
Cenazeyê Şaban Bozan(Serxwebûn Garzan) ê HPG'yî li Saziya Tibê ya Edlî ya Meletiyê hate teşxîskirin.
Piştî teşxîsa cenazeyên Eşref Oz(Sabrî Koçer) û Serhat Ûslûg(Xebat Norşîn) ê di pevçûnan bejahiya gundê Arpalisekî yê Motkiya Bedlîsê ku 1'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Şaban Bozan(Serxwebûn Garzan) jî ji aliyê malbata wî ve hate teşxîskirin û wergirtin.
Cenazeyê Bozan ê ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin, anîn navçeya Bismil a Amedê û wê sibehê li gundê Çeqeliyê bê definkirin.