Nisêbîn ev 31 roj in bi xurtî li ber xwe dide

Li Nisêbînê ku şer lê giran e, zêdeyî mehek e berxwedaneke bêhemap heye. çeteyên Qesrê yên mehek e nikarin bikevin nava taxên berxwedanê, derbên giran ji şervanên YPS/YPS Jinê xwarin û gelek kuştî dan.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê 8. qedexeya derketina derve ya di 13'ê Adarê de hat ragihandin, ev 31 roj in dewam dike. Bomberdûmana bi topên hawanê û obusan jî di nav de leşker û polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk serî li her rê û rêbazên êrîşê didin, lê dikin nakin nikarin bikevin nava taxên berxwedanê Abdulkadîrpaşa, Zeynelabîdîn, Kişla, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê. Çeteyên Qesrê her roj kuştiyan didin.

Li hemberî berxwedana xurt a YPS/YPS Jinê, çeteyên qesrê heta niha gelek kuştî dane. Tevî parêzvanên nêz ên Serokkomarê berê Abdullah Gul Salîh Taç û Erkan Başpehlîvan, serdar (bînbaşi) Ahmet Karaman, serdar (bînbaşi) Tûrgay Çelîk, Amîrê Emniyetê yê Polîsên Tîmên Taybet Zafer Kûrt, Amîrê Emniyetê yê Polîsên Tîmên Taybet Dogan Sakarya, Midûrê Şaxê TEM ê Mêrdînê Gaffarî Guneş jî di nav de gelek polîs û leşkerên tîmên taybet ên payebilind hatin kuştin. Ji roja destpêka qedexeyê û vir ve di encama çalakiyên hêzên YPS/YPS Jinê de gelek maşînên zirxî îmha bûn.

Ji Nisêbîna berxwedêr her roj nûçeyek li ser mirina leşker û polîsan tê. Roja 9'ê Nîsanê erkên Waliyê Tirk ê li Mêrdînê radestî leşkerên payebilind hatin kirin û bi vî rengî li navçeyê darbe hat kirin. Lê ev rêbaz jî bi kêr nehat. Roja ku erk ji Walî hat stendin tîmekî taybet di êrîşa YPS/YPS Jinê de hat kuştin. Herî dawî duh 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û bi vî rengî hemû planên çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê pûç bûn.

Bi fermana "eger pêwîstî pê hebe ji dûr ve bi bombeyan tine bikin" a Serokkomarê Tirk Erdogan re, êrîş roj bi roj zêde bûn, lê di heman demê de hatin şikandin. Gotina "Li Nisêbînê kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin" a Lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî jî bi kêr nehat.

Li navçeyê tevî top û obusan, êrîş di her kêliyê de dewam dikin. Heta niha bi sedan xanî, bi topên hawanê yên ji dûr ve tên avêtin xera bûne. Hêzên dewleta Tirk ji bo navçeyê bi temamî ji mirovan xalî bikin, yek bi yek davêjin ser malan, wan bi zorê derdixînin, mirovên dernakevin jî dibin hedefa êrîşên wan. Hêzên rejîmê her wiha guleyan li seranserê taxan direşînin û di 4'ê Nîsanê de personelê paqijiyê yê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Pîtek qetil kirin. Bavê 4 zarokan Mehmet Pîtek ê 40 salî ji bo kişandina cixareyê derketibû ber deriyê mala xwe, lê ji ber guleyên ji maşîna zirxî hatin reşandin, jiyana xwe ji dest da.