Başûr neçar e ji kapîtalîzmê rizgar bibe
Jinên ku li Başûrê Kurdistanê zêdeyî nîvê nifûsê ne, di asta wekheviyê de nikarin beşdarî qadên siyaset, perwerde, aborî, rêxistinên civakî yên sivîl an jî qada civakî bibin.
Jinên ku li Başûrê Kurdistanê zêdeyî nîvê nifûsê ne, di asta wekheviyê de nikarin beşdarî qadên siyaset, perwerde, aborî, rêxistinên civakî yên sivîl an jî qada civakî bibin.
Jinên ku li Başûrê Kurdistanê zêdeyî nîvê nifûsê ne, di asta wekheviyê de nikarin beşdarî qadên siyaset, perwerde, aborî, rêxistinên civakî yên sivîl an jî qada civakî bibin.
Di meha Çileyê de bi sedan aktîvîst, akademîsyen û siyasetmedarên jin bi serenavê "Na ji bo şîdet, komkujî, heqaret û newekheviya li qanûnan a li hemberî jinê" danezanek weşandin û bal kişandin ser pirsgirêkên li herêmê. Di danezanê de wiha dihat gotin, "Li Kurdistanê bi rêya medyayê, bi taybetî bi rêya medya civakî tehdît û heqaret li siyasetmedar û aktîvîsên jin tên kirin. Dîmenên ku jinê weke amûreke seksê nîşan didin, tên parvekirin. Bi vê yekê ve bedena jinê tê teşhîrkirin û êrîş lê tê kirin. (...) Ji ber ku heta niha kesî nerazîbûn nîşan nedaye, yên ev parvekirin kirine nehatine tespîtkirin û nehatine cezakirin, endîşe hene ku gef û xeteriya li hemberî nasname û jiyana jinê dewam bike. Mafên jinan bi ti awayî di qanûnan de nehatine ewlekirin."
Xwendekara Zanîngeha Silêmaniyeyê Sama, nêrînên xwe yên li ser mijarê ji me re anî ziman: "Ne tenê qanûn, têgihîna namûsê, jiyana malbatî û civakî, nirxên me, ol, urf û adetên me piraniya wan bi rengekî li dijî jinê hatine avakirin; mal weke tevahiya cîhana jinê hatiye destpêkirin. Piraniya jinan jî ev pejirandine. Ji bo ev rewş ji holê bê rakirin, hewldan divê. Trajediyên jinan ên di salên şer de bi serê wan de hat, hînê ji holê nehatiye rakirin. Têkoşîneke jinan a mîna ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê divê."
Lê belê jinên li vê derê têkoşîna jinên Kurd a li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi derengmayî dişopînin. "Azadî" û "dewlemendiya" jê re hatiye pêşkêşkirin çi be, cîhana xwe jî bi wan bi sînor dike.
Parlamentera YNK'yî Rêzan Şêx Dilêr da xuyakirin, ku jinên di nava YNK'ê de her çiqas li gorî partiyên din zêdetir jî bin, dîsa jî biryar jia liyê mêran ve tên girtin. DiLêr got, "Mêr naguhere, lê ti hewldaneke jinê ya ji bo guhertina mêr nîne. Sedema vê yekê kêmaniya zanebûnê ye.
Xwendekar Sama dide zanîn, ku ji bilî navendên bazarê-kirîn û firotinê, pêwîstî bi deverên din ên hevdîtinê hene û got, "Jinên me eger ji Hewlêrê bin dernakevin derveyî Hewlêrê, eger ji Silêmaniyeyê bin dernakevin derveyî Silêmaniyeyê. Ev rewşeke nebaş e, ji ber ku ev rewşa teng yekser bandorê li pêşketina zarokan û jiyana me ya civakî dike."
Kovara bi navê Maga Zhîn hewl dide li Başûrê Kurdistanê xîtabî jinan bike. Kovara bi keda çar jinan ji Sibata 2015'an û vir ve tê amadekirin, ji International Media Support (IMS) a Danîmarkayuê destekê dibîne; her me digihêje ber destê xwendevanên xwe. Her çend ev yek hewldaneke erênî jî be, li şûna nirxandin pirsgirêkên jinan û afirandina perspektîfekê, bêhtir bi sivikî nêz dibe û giraniyê dide ser mijarên magazînî.
Kovara jinê Trûske ku ji 8'ê Adara 2008'an û vir ve tê weşandin bi giranî li ser mijarên siyasî, bîrdozî û çandî disekine. Tevî ku mijarê li ser radiweste girîng jî be, ne xwe bi têrkerî nagihêjîne xwedevanan. Nivîskarên wê ji jinên ji Başûrê Kurdistanê pêk tên. Xebatkarên wê jî...
MEDYA GELEK E, FEYDA XWE KÊM E...
Ji bo 5 mîlyonê mirovên li vê derê dijîn, qenalên KurdSat, Kurdistan TV, KNN, NRT, K24, Rûdaw, Galî Kurdistan, Zagros, Newroz, Aso, Peyam, Korek û NRT jî di nav de bi qasî 20 qenalên televîzyonê yên taybet hene. Tevî vê hejmara zêde jî balkêş e ti ji van qenalan dernakevin derveyî polîtîkaya sê partiyên serdest. Her wiha gelek ajansên nûçeyan jî bi têrkerî nûçeyan naweşînin. Rojnameyên rojane û kovar jî, bi giştî çapemeniya nivîskî li pêşberî pêla TV û înternetê bêbandor in. Rojnamevan Mûstafa Hesen Gewre beriya niha bi demeke nêz ji ANF'ê re axivî bû û gotibû, "Çapemeniya Başûrê Kurdistanê her tim li cem desthilatdariyê cih girtiye. Komên medya yên mezin ên hatine avakirin, bûne dûvik û alîgirên herî mezin ên desthilatdariyê. (...) Medya daxwazên gel bilêv nake, bala xwe ne li ser pirsgirêkên gel e. Çapemeniya Başûrê Kurdistanê daye dû rojeva sûnî ya desthilatdariyê. Mînak; mijara nelirêtiyê di çapemeniyê de cih nagire. Birçîbûn cih nagire. Lê li şûna van, gereke Barzanî ya li derveyî welat dibe manşet."
Mînak; barana beriya demeke kurt bariya, li Hewlêr û Silêmaniyeyê lehî rakir. Hema hema hemû qenalên TV ev bûyer kirin nûçeya destpêkê. Lê belê ti ji van qenalan berê xwe nedan çavkaniya vê pirsgirêkê. Ji ti van bal nekişandin ser nebûna sîstema kanalîzasyonê û kêmasiyên Şaredariyê di vê mijarê de nenirxandin. Her kesî li ser encama derket holê weşana zindî kir. Baran bariya, lehî rabû, bajar di nava avê de man. Baş e, ji bo careke din lehî ranebe çima kar û barên divê werin kirin, nayê nirxandin?
SOZA DAYÎNA JIYANEKE NÎNE…
Nûçeyên televîzyonên li Başûr diweşînin gelekî xwecihî û sepekulatîf in. Nûçeyên derve jî ji analîzan bêpar in. Li ser talan û mêtîngeriya kapîtalîst a li cîhanê, her wiha bandora vê sîstemê li Kurdistanê, ji aliyê ti nûçeyan ve hatiyê nîşandan. Nirxandina vê mijarê li aliyekî, feraseteke ku kapîtalîzmê weke pirsgirêkê dibîne, nîne.
Rêze fîlm, klîp, bernameyên pêşbirkê, reklam hemû soza jiyaneke tine ye û ti carî jî nabe, didin mirovan. Kêfxweşiyeke sexte tê afirandin. Di hişê mirovan de pîvan tên bicihkirin û dewlemendî jî weke şêweyê jiyaneke nebe nabe tê pêşkêşkirin. Mirovên xizan li şûna li hemberî vê derkevin, dikevin nava xeyalên dewlemendbûnê. Teqlîda bernameyên televîzyonê yên bi tîpa Amerîkî yan jî Tirk tê kirin. Dema jibereke nebaş tê pêşkêşkirin, hingî rewşeke ecêb derdikeve holê. Ne rasteqîn xuya dike. Tevî vê yekê, gelek rêze fîlmên Tirkiyeyê jî êdî nema lê tê meşakirin, bi Soranî tê tercûmekirin û pêşkêşî mirovan tên kirin.
ZAYENDÎPERESTIYA LI TELEVÎZYONÊ MEHDÊ MIROVAN DIXELÎNE
Zayendîperestiya li ekranê televîzyonan di asteke ku mehdê mirovan bixele de ye. Di hemû klîban de karakterekî jinê heye ku timî li pey mêrê dewlemend dibeze, biçûk tê xistin, timî digirî, bêçare dimîne, xizmetkar e û şîdet lê tê kirin tê dîtin. Mîna ku li ber mêr digere, serî li ber ditewîne... Di ekranên televîzyonan de gel rolên zayendîperestiyê li hemberî jinê tên bikaranîn.
PÊWÎSTIYA ÇAND Û HUNERÊ BI RONAKBÎRIYÊ HEYE
Li qada çand û hunerê jî pêşketinek xuya nake. Hêrs û daxwaza jêxwarinê, çand û huner jî daqurtaniye û bi leza herî zêde diçe. Muzîk, wêje, sînema û huner ji teşwîqê wêdetir, li benda ronakbîriyek xwe dispêre cewhera xwe ye. Gav û hewldanên di vî warî de tên avêtin û kirin, bi tenê wergirtina çend biryarên siyasî ne. Hewldaneke ku dipejirîne, nîne. Hunermend bi xwe jî di nava derûniyeke ecêb a acizî û bêhêvîtiyê de ne. Tu ji kê dipirse, gotina 'nabe, em destekê nabînin' dubare dikin.
Halbûkî li van cihên helbest û nivîskarên mîna Şêrko Bêkes, Pîremêrd, Ebdulah Goran, Ebdulah Peşêw, diviyabû cîhana manewî dagirtî bûya, gelekî dewlemend bûya. Bifikirin; li warê Tara Jaff, Çopî, Ednan Kerîm, Behçet Yahya, Hesen Şerîf, Kanî û gelek hunermendên mîna wan, mirov radibin li Ceylan, Emrah, Îbrahîm Tatlises û Mahsûn Kirmizigul ên ji salên 90'î man e, tê guhdarîkirin. Dema hevalên min ji min re digotin 'Taksîvan bi giranî li Ceylan û Emrah guhdarî dikin', ji min hebû ku henekan dikin; heta ku min bi xwe dît.
DIZÎ NÎNE, LÊ 'GENDALÎ' JI KU TÊ?
Li Başûrê Kurdistanê yên dewlemend û yên xizan, jin û mêr, şexs û civak, extiyar û ciwan, partî û alîgir, yên hildiberînin û yên jê dixwin, hilbijêr û hilbijartî, azadî û girêdanbûyî, daxwaz û pêşkêşkirin bi rengekî dramatîk ji hev gelekî dûr ketine.
Dewlemendî û modela jiyanê ya xwe dipsêre pereyê petrolê, di heman demê de xetere ye. Ji ber ku dewlemendiyên bi vî rengî mirovan dixin xeweke welê, ku dema hişyar dibe nizane wê li çi rast bê. Nakokî ji her demê bêhtir in. Ev nakokî ne ji ber kîn û tolhildana civakên ji etnîk û olên cuda ye; hemû ji ber kapîtalîzmê ne.
Li Başûrê Kurdistanê mijareke ku ez bûm heyranê wê ew e; li bazarê yan jî di nava esnafan de diz-dizîtî nîne. Li bazarê, esnafek dikana xwe radestî cîranê xwe dike, diçe, vedigere û dibîne ku tiştek ji dikanê kêm nebûye. Hin jê bi tenê paçekî yan jî perdeyekê radixe ser eşyayên xwe, nayê bîra kesî ku tiştek bê dizîn. Gelek caran hema ji ber xwe ve min li vê rewşê temaşe kir. Gihaştim wê baweriyê ku ev yek encama exlaqa civakê ye. Çandeke bedew e. Lê piştre gotina 'gendalî' ket bîra min. Difikirim, gelo rêveberên siyasî yên elît çima ji exlaqa heyî ya civakê para xwe negirtine.
Gelek mirovên pê re axivîm anîn ziman ku çavkaniya krîza li Kurdistanê, teqlîdkirina sîstema kapîtalîst e.
MODELA DEWLETA RENTÎER
Ekonomîstê Îranî Hosseîn Mahdavy, di sala 1970'î de forma dewleta hatineya xwe ji dewlemendiya binê erdê ya mîna petrolê bi dest dixe, weke 'Dewleta Rentîer' pênase kir. Piştre zanyarên civakî Hazem Al Beblawî û Gîacomo Lûcîanî yên li ser mijara Rojhilata Navîn pispor in, hewl dan vê pênaseyê bêhtir bidin fêmkirin. Li gorî vê yekê, serkêşiya 'dewletên rentîer' ji aliyê Erebîstana Siûîd, Qatar, Qûweyt, Iraq, Sûriye û Îran dikin, ku ev dewlet temamî an jî piraniya hatineyên xwe yên neteweyî ji firotina çavkaniyên binê erdê peyda dikin. Dewlet bi saya van çavkaniyan bêyî pêwîstiyê bi hilberîneke cidî bibîne dibe xwedî çavkanî û ji civakê cuda tevdigere. Ev hatineya ji çavkaniyên ser û binê erdê tên bidestxistin, têrê dike ku dewlet û rêveberiyên pêwendîdar li ser piyan bimînin. Lewma pêwîstiyê pê nabîne ku ji civakê bacê werbigire. Bêguman di berdêla vê de jî hatineyên ji çavkaniyên petolê li gorî dilê xwe belav dike, vediguherîne razemeniyê, dilê xwe kê dixwaze dewlemend dike, li gorî xwe polîtîkayên civakî dafirîne û dema van dike jî pêwîstiyê pê nabîne ku hesab bide civakê. Lewma hatineyeke bi vî rengî yên li ser desthilatdariyê xweser dike.
Hin derdor rejîma Başûrê Kurdistanê jî dişibin modela 'dewleta rentîer'. Başûrê Kurdistanê ku xwedî van hemû taybetmendiyên dewleta rentîer e, tevî ku dewlemendiyên xwe yên binê erdê ewçend zêde ye jî, ji ber polîtîkayên xwe yên şaş li ser rûyê erdê ji her alî ve xizan e. Bi qasî ku erdnîgariya xwe ya bedew, çiyayên xwe yên bi heybet, çavkaniyên dewlemend ên avê, erdê bê ser û ber ê ji bo çandiniyê amade nabîne. Sedema vê rewşa korbûyî jî hêrs û daxwaza li ser şopa kapîtalîzmê ye. Ji hemû dewlemendiyên ser û binê erdê yên Kurdistanê, ne mirov û zindiyên din, bi tenê dewlet û şîrketên herêmî û navneteweyî sûdê werdigirin. Eger siyaseta tê meşandin rê li ber vê rewşê vedike, gelo model federal, netewe dewlet an jî modeleke din be, wê bi kêrî çi were, wê çi biguherîne?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka ya xwe bi navê 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk' a ji parêznameyên sala 2010'an pêk tê, bal kişandibû ser vê rewşa xitimanî ya îro Başûrê Kurdisatnê di nav de çikiya ye. Ocalan dabû xuyakirin, elîtên li Başûrê Kurdistanê bi siyaseta xwe ve xwe dikin amûrek mêtîngeriya kapîtalîst û bi hêzên hegemonîk re xwe didin bikaranîn. Ocalan ev tespît kiribû; "Gelê Kurd û rastiya qewma wê, ku yek ji dewlemendtirîn çandên dîrokê gihandiye roja îro, çanda xwe ya bawerî, eşîr û kabîle ya gelekî dewlemend tine tê hesibandin û ji mirdikê modernîteya kapîtalîst, ji neteweperestiya hevnar û paşverûtiya Sûnî Îslamê hewl tê dayîn neteweyeke çêkirî ya Kurd were avakirin." Ocalan destnîşan dikir, ku Kurdên li Iraqê di plansaziya dem dirêj a têkiliyên hegemonîk de weke malzemeyeke laboratûvarê tên bikaranîn û digot, "Mîna ku rastiya neteweya Kurd ancax bi têkliyên kapîtalîst re şênber bibe, mîna ku rastiyeke bi vî rengî ya neteweyî bi rewşeke şoreşgerî, demokratîk û sosyalîst re nikare bê avakirin, hişmendiyek hat afirandin."
Krîza li Başûrê Kurdistanê, li ber biryareke bi vî rengî ye. Ya wê berê xwe bide projeya destpêkê û xwe biqedîne. Yan jî wê alternatîfa duyemîn hilbijêre û bi rastî jî şoreşeke civakî û siyasî bijî, bi vî rengî xwe ji nû ve ava bike.
Me ev jî fêm kirin: Siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê negihaştine wê astê ku tevkariyê li qada akademîk bikin. Lê belê qada akademîk dikare rêyekê deyne pêşiya siyasetmedaran ji bo siyaseteke bi rêbazeke rast bimeşîne; rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar divê karibin bi vê berpirsyariyê rabin. Civaknas, zanyarên siyasî, gelo çima analîza rewşê nakin?
YA BI SERÊ MELE MISTEFA BARZANÎ HAT...
Nivîskarê Norwêcî Erlîng Folkvord di pirtûka xwe ya li ser Kurdistanê ya bi navê "Kurdistan-om fortid, folk og framtid" (Kurdistan-Dîrok, Gel û Pêşeroja wê) de li ser Başûrê Kurdistanê van agahiyan dide:
"Di salên 1960'î de dema di navbera rejîma Bexdayê û Kurdên li Bakurê Iraqê têkoşîna çekdarî dihat meşandin, Kurdên li Bakur dijiyan bi giranî civakek li ser bingeha eşîran rêxistinbûyî bûn.
Mele Mistefa Barzanî yê îro weke lîderekî efsanewî tê dîtin, di têkoşîna van salan de cihekî girîng girt û bi rola xwe rabû. Ji ber rewşa belawelayî ya li nava civaka vê eşîrê Barzanî gelek caran bi rayedarên hikûmetên biyanî re mora xwe danî binê peymanan. Serokê DYA Nîxon û Kîssînger dema di Gulana 1972'an de Şahê Îranê ziyaret kirin di wê demê de dan xuyakirin, ku li dijî rejîma Bexdayê ew ê destekê bidin Barzanî. Piştî vê bi salekê, Barzanî wiha daxivî: 'Baweriya min a bi Amerîkayê gelekî mezin e. Ez piştrast im ku dewleteke xurt a mîna Amerîkayê wê xiyanetê li gelekî mîna Kurdan ê kêm neke.'
Bi Amerîkayê re têkiliyên samîmî hatin danîn. Barzanî ewqasî zêde ji Amerîkayê bawer dikir, ku ji daweta Wezîrê Karên Devre yê hikûmeta Amerîkayê Kîssînger re diyarî jî şand. Ji mêvanên ji hikûmeta Amerîkayê yên beşdarî dawetê bûn re jî diyarî şandibû. Kîssînger jî bi giranî ev diyarî veşartî hişt. Haya Barzanî ji lîstika Nîxon û Kîssînger tinebû. Û dema 6'ê Adara 1975'an hat, bi nûçeyek di qenaleke televîzyonê ya Îranê de lê temaşe kir, xeyalên wî şikestin. Di vê nûçeyê de dihat gotin, bi peymana navbera Şahê Îranê û Saddam Huseyîn re, êdî hemû alîkariyên ji Îran û Amerîkayê ji Kurdan re dihat şandin, bi dawî dibû. Piştî 8 saetan Peymana Cezayîrê hat îmzekirin. (...)"
Di analîzeke din a li ser mijarê de rojnamevan Ayşe Hur vê destnîşan dike: "(Iraq) piştre li hemberî Kurdên 'raperîner' dest bi kampanya eciqandinê kir. Mele Mistefa Barzanî yê çû Îranê, di van rojan de ji Kîssînger re nameyek nivîsand û got, 'Di nava bêdengiya cîhanê de tevgera me û gelê me bi rêyên tirsnak tên tinekirin. Li gorî me, berpirsyariya siyasî û exlaqî ya we û welatê we li pêşberî gelê me yê xwe gorî polîtîkayên welatê we kiriye, heye...' Weke ku bê texmînkirin, Kîssînger bersiv ji vê nameyê re nenivîsand. Hewldanên eciqandina Kurdên li Iraqê dewam kir."
Têkiliyeke dişibe ya Mele Mistafa Barzanî ku di salên 1970'ê de bi Kîssînger re pêk anî, niha şopdarên wî jî îro bi dewletên herêmî û global û fîrmayên yekdestî re ava dikin. Li vê derê mêtîngeriya kapîtalîst bi coş bûye, lê Kurdistan her têk diçe.
Şîrketa Exxon Mobil a Amerîka û şîrketa duyemîn a herî mezin a Amerîkiyan a petrolê Chevron, British Petroleun (BP) a Îngilîzan, Total a Fransiyan, Gazprom a Rûsan, Gele Energy a Tirkan, DNO a Norwêciyan, Reliance ya Hîntiyan, Wetern Zagros a Kanadayiyan jî di nav de bi fîrma, şîrketên petrol û gazê yên 17 welatn re peyman hatine morkirin. Ti ji van li Kurdistanê nafikirin; li berjewendiyên xwe difikirin. Hemû jî mîna teyrê beratan, xwe berdane ser çavkaniyên Kurdistanê.
Xuya ye dem hatiye ku mirovên li Başûrê Kurdistanê êdî li ser kapîtalîzmê kûr bifikirin. Divê were lêpirsîn, rewş bê nirxandin, îtiraz bê kirin, lêgerîn were kirin û çalakî û hilberîn bê kirin. Wê demê wê azadî watedar be.