Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Şîpal bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesût Şîpal (Baz Mordem) li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesût Şîpal (Baz Mordem) ê li navçeya Êlih Qabilcewzê roja 6'ê Nîsanê li Geliyê Bazdekê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji mora Akkopru ya navçeya Wan Tûşba hat wergirtin û birin Şehîdgeha taxa Yenî ya navçeya Îpekyolû.

Bi hezaran kesên li ber Meclîsa Gel a taxa Yenî li hev civiyan bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" cenazeyê Şîpal pêşwazî kirin. Girseya gel heta Şehîdgeha taxa Yenî darbesta Şîpal hilgirt ser milan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" qîriya. Cenaze dûre li ber tilîliyên jinan û qîrîna dirûşmeyan hat veşartin.

Hevseroka MEYA-DER Şaxê Wanê Wanê Nerîman Ûrar li merasîmê axivî û destnîşan kir, ku ew ê dilsozê têkoşîna azadî û demokrasiyê bin.

Bavê Şîpal Huseyîn Şîpal jî got, "Şehîd şehîdê gelê Kurd ê bi rûmet e. Bila serê me hemûyan saz be."

Piştî merasîmê, girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan belav bû. Hat ragihandin, konê serxaxiyê yê ji bo Şîpal wê li taxa Cevdet Paşa bê vedan.