Li Hênê herî kêm 11 tîmên taybet hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn
Li navçeya Amed Hênê, di çalakiya duh bi şev a li hemberî Qereqola Jendermeyan de herî kêm 11 tîmên taybet hatin kuştin. Bi dehan leşker jî birîndar bûn.
Li navçeya Amed Hênê, di çalakiya duh bi şev a li hemberî Qereqola Jendermeyan de herî kêm 11 tîmên taybet hatin kuştin. Bi dehan leşker jî birîndar bûn.
Li hemberî Qereqola Jendermeyan a li ser rêya Hênê-Lice, duh bi şev çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin. Piştî teqîna dijwar, li navçeyê şer qewimî. Bi saetan gule li avahiya Qereqola Jendermeyan hatin reşandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, konvoya leşkerî ya piştî teqînê ji bo rizgarkirina leşkeran çû navçeyê ket kemînê û şer li vir derket.
Li gorî agahiyên ne fermî, herî kêm 11 tîmên taybet hatin kuştin. 18 jê giran bi dehan tîmên taybet birîndar bûn. Qereqola Jendermeyan bi erdê re bû ye.
Qereqola Jendermeyan a Hênê weke baregeha tîmên taybet ên leşkerî yên êrîşî Kurdistanê dikin, tê zanîn.
HPG'ê hînê li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.