MSD: Hilbijartinên Sûriyeyê rewa nîne
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) da xuyakirin, ku hilbijartinên parlamentê yên li Sûriyeyê bên lidarxistin, rewa nîne.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) da xuyakirin, ku hilbijartinên parlamentê yên li Sûriyeyê bên lidarxistin, rewa nîne.
Desteya Serokatiya Giştî ya MSD'ê li ser hilbijartinên Parlamenta Sûriyeyê ya tê plankirin di 13'ê Nîsanê de werin lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd tên kirin û ev xal hat destnîşankirin.
"Aloziya Sûriyeya derbasî sala xwe ya şeşmîn bûye û heya niha ti gavek erênî ya çareserî û guherîna demokratîk a li gorî hêvî û daxwazên gel pêk nehatiye. Di heman demê de mudaxeleya hêzên derve ji dosyaya Sûriyeyê re alozî kûrtir kiriye. Her du aliyên ku şerê desthiladariyê dikin di siyasetên xwe yên şovenîst de bi îsrar in û her du jî ji bo parastina şeklê desthiladariya heyî di nav hewldanan de ne. Di demeke ku şandeyên rejîm û Riyadê li Cenevreyê şerê desthiladariyê dikine de, rejîma Sûriyeyê li hundir welat amadekariyên hilbijartinên Parlementa Sûriyeyê dike. Gelê Sûriyeyê jî mîna berê li derveyî van gav û pêşketinan hatiye hiştin. Rejîma Sûriyeyê dixwaze bi rêya van hilbijartinan demê qezenc bike û hewl dide bi vê yekê re rewatiyê bi rêyên ne fermî bidest bixe. Ev hewldan destnîşan dike ku ew di polîtîkaya 'ne-çareseriyê' de bi îsrar in.
Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de diyar dikin ku ev hilbijartin ne rewa ne û bang li gelê xwe dikin ku van hilbijartinan red bike û tevlî nebe. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku vê hewldanê rawestîne. Divê hemû alî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bixebitin. Ev yek jî tenê bi rêya tevlîkirina nûnerên rast ên gelê Sûriyeyê ji danûstandinên Cenevreyê re dikare pêk bê.
Li aliyek din, di demeke ku danûstandin di pêvajoya xwe ya sêyemîn de ne, komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê di nav bêdengiyek navneteweyî de bi çekên qedexekirî êrîşî sivîlên taxa Şêxmeqsûd dike. Armanca van êrîşan tê zanîn, ev kom dixwazin hesabên xwe ji hev derxînin û hêza xwe ya li ser maseya danûstandinan zêde bikin û vê yekê bi rêya rijandina xwîna sivîlan pêk tînin.
Van hêzan rewatiya xwe winda kirine û nikarin nûnertiya muxalefeta Sûriyeyê bikin, bi taybet piştî van kiryarên hovane yên li dijî sivîlên herêmê.
Di dawiyê de, em bang li Kordînasyona Şopandina Agirbesta Sûriyeyê û Konseya Ewlekariyê dikin ku berpirsyariya xwe ya exlaqî li pêşberî komkujiya Şêxmeqsûd bicih bînin û ji rewşa bêdengiyê derkevin."