Ji Amedê peyam: Bila kesek li bendê nemîne ku em paşde gavê bavêjin
Gelê Amedê li hemberî operasyonên qirkirina siyasî soza mezinkirina berxwedanê dan.
Gelê Amedê li hemberî operasyonên qirkirina siyasî soza mezinkirina berxwedanê dan.
Li hemberî operasyonên qirkirina siyasî gelek sazî û rêxistinên wekî DBP, HDP, KJA, DEM-GENÇ kom bûn û êrîş şermezar kirin.
Di çalakiya li gel avahiya DBP’ê pêk hat de Parlamentera HDP’ê a Amedê Feleknas Uca, Sibel Yigitalp, Hevserokê Şaredariya Mezin a Amedê Firat Anli, KJA, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din cihê xwe girtin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” û “Zext nikarin me bişkînin” berz kirin.
ŞIMŞEK: AMED WÊ TI CARÎ JI BÎR NEKE Û LI BER XWE BIDE
Di çalakiyê de Hevserokê DBP’a Amedê Ali Şîmşek axivî û bal kişand ser politikayên dewletê yên ku li Kurdistanê qetlîama pêk tîne û gel dide koçkirin.
Şimşek destnîşan kir ku ti zîhniyeta êrîşkar wê ti carî nikaribe serê gelê Kurd bitewîne û wiha pê de çû: “Wê dîrok kesên mezlûm ên li hemberî zilmê li ber xwe dide tacîdar bike. Wê Amed ti caran van êrîşan ji bîr neke û bexwedana xwe berdewam bike. Bi girtina hevalên me nikarin vê têkoşînê xilas bikin. Wê dewlet ji van kiryarên xwe poşman bibe. Roj roja berxwedanê ye û bila kesek ne li bendê be ku em paşde gav bavêjin. Dijmin dixwaze bi van operasyonên girtinê ve me bitirsîne, lê em ê ti carî paşde gavê navêjin.
ANLI: BERXWEDANA HEYA DAWÎ PÎROZ E
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anlî diyar kir ku ev operasyon dişibin operasyonên KCK’ê yên 2009’an û axaftina xwe wiha domand: “Her dem dihat behskirin ku Kurd tên xapandin, lê êdî kesek nikare gelê Kurd bixapîne. Amed û gelê Kurd tirs şkandine. Em êdî natirsin. Em careke din bang dikin; ev rê şaş in. Ji bo wê pêwîst e tifaq û yekîtî û aştiyê em karibin qîr bikin. Di dîroka me de serî tewandin tineye. Heya berxwedana heta dawiyê pîroz e.”
Anli di dawiyê de çalakî û berxwedana girtiyên zindanan silav kir.
ATA: GELEKÎ BI RÛMET, LI BER XWE DIDE HEYE
Berdevka Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata jî wiha got: “Dewlet her roj bi dehan hevalên me digrin. Di holê de pirsgirêkên pir mezin hene. Yên ku duh gundê xwe winda kirin, îro jî bajarên xwe winda dikin. Her çendî hemû Dadgehên Îstîklal, DGM, OYM nebûn çareserî. Îro jî nabin çareserî. Ji ber ku gelekî bi rûmet, li ber xwe dide heye.”