YPG: Berxwedana şervanên me bê navber berdewam dike

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyan 11’ê Nîsanê şev û roj berdewam kiriye, di vir de maşîneyeke leşkerî û doçkayeke 14,5 mm a çeteyan hatiye rûxandin.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku êrîşên çeteyan 11’ê Nîsanê şev û roj berdewam kiriye, di vir de maşîneyeke leşkerî û doçkayeke 14,5 mm a çeteyan hatiye rûxandin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyan Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

Êrîşên komên çete, roj û şeva 11’ê Nîsanê jî bê navber berdewam kiriye. Êrîşên çeteyan ên ji milên Seken Şebab, Muselles, Eşrefiye û Seken Şikeyf hatin lidarxistin rastî bersivên tund ên hêzên me hatin. Di van şerên dijwar de hêzên me maşîneyeke leşkerî û doçkayeke 14,5mm a çeteyan rûxandin. 

Di şerên qewimî de hejmareke zedê çete hatine kuştin û birîndarkirin, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. 

‘ÇETEYAN DAIŞ’Ê JI BAŞÛRÊ CERABLÛSÊ ÊRÎŞ KIRIN’

11’ê Nîsanê saet 01.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.

11’ê Nîsanê saet 09.15-12.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Şergirat ê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsayê.”