'Oldarên bêdeng dimînin ji komkujiyan berpirsyar in'

Ji qisekerên konferansa hevpar a baweriyan Xelef bal kişand ser komkujiyên li ser navê ol tên kirin û destnîşan kir, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeh ji jiyana hevpar a baweriyan re amade kiriye.

Piştî 'Konferansa Aştî, Hezkirin û Edaletê' ya li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê hat lidarxistin, ji qisekerên konferansê Qasim Mûrad Xelef ê ji Şengalê, ji ANF'ê re axivî.

Xelef da xuyakirin, ku felsefe û hêza bîrdoziyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeh ji lidarketina vê konferansê re amade kiriye û got, "Hin hêzên serdest, hikûmet û dîktatoran hêzên kirêt, tarî û çete yên mîna DAIŞ'ê baweriyan weke amûrekê bi kar tînin û bûne belayê serê mirovahiyê, ava kirin. Ew perwerde kirin û berê wan dan gelên mezlûm, ji bo komkujiyan bikin."

Xelef da xuyakirin, ku rêxistinên çete yên tarî û kirêt ên mîna DAIŞ, Cephet El Nûsra û Ehrar El Şam, ji gerstêrkek din nehatine, ji nava van gelan û olan derketine û got, "Ez dixwazim bipirsim ji Neteweyên Yekbûyî, ji Vatîtanê, ji Şûra Îranê... Gelo gunehê ewçend zilm û komkujiyên li ser navê ol tê kirin, ne stuyê we de ye?"

Xelef rexneyên xwe bi vî rengî dewam kir: "Li pêşberî vê komkujiyê û van pêkanînên li dijî mirovahiyê wek çima guh û çavên xwe girtin? Li hemberî vê talan, komkujî û xerakirinê, li hemberî destavêtina li keçên mirovahiyê zarokên 8 salî, li hemberî kolekirina van zarokan çima oldar heta niha tiştek nekirine? Ez rêz û hurmetên xwe pêşkêşî hemû ol û oldaran dikim. Lê belê divê ol û oldar hişyar bin û berî ev hêzên kirêt û tarî bikevin nava tevgerê, ew rabin ser piyan. Dema ez qala baweriyê dikim, cihêkariyê naxim navbera ti ji wan û bi vî rengî tespîtê dikim.

Ez ji baweriya Êzidî me ku oleke 5 hezar salî ye. Ola me bi xwezayê re di nava ahengiyê de ye. Di bîr û baweriya Êzidiyan de nebaşiya herî mezin qetilkirina mirovan e. Baweriya Êzidî ti carî qetilkirina mirovan qebûl nake. Eger yek rabe ji te re bêje 'ya ez ê te bikujin, ya jî tu yê ola xwe biguherîne', hingî mafê xweparastinê yê Êzidiyan derdikeve holê. Eger yek çav berde axa te, wê demê mafê te yê kuştinê nîne. Tu yê di destpêkê de şîretan lê bike, eger encam jê derneket, hingî mafê de yê xweparastinê derdikeve holê. Ji bilî vê yekê di baweriya Êzidiyan de gunehê herî mezin kuştina mirovan e."

Xelef da xuyakirin ku baweriya Êzidiyan bi rêzdarî nêzî hemû ol û pêxemberan dibe û got, "Em hêviyên xwe ti carî winda nakin. Em di wê baweriyê de ne, ku bi konferanseke bi vî rengî re em ê aştî, hezkirin û edaleta di navbera olan de bafirînin. Hêvîdarim wê bawerî û olên cuda hevdu baştir nas bikin, roj bi roj bikevin nava lêgerînên çareseriyeke hevpar. Cihê kêfxweşiyê ye ku roj bi roj gel ji vê zext û zilmê rizgar dibe."

Xelef bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û da zanîn, li hemberî van êrîşên bi tank, top û komkujiyan, mirovahiyê çavên xwe girtiye.

'OLDAR BERPIRSYAR IN'

Qasim Mûrad Xelef destnîşan kir ku oldar û rûspiyên civakê, ji parastina xaka pîroz berpirsyar in û wiha dewam kir. "Gelek zor û zordarê hat serê me Kurdan. Daxwaza me ji Ezdayê mezin ew e ku civakên rastî zext û zordariyê tên, azad bibin. Kî li ser navê kîjan olî ewqas zilm û zordariyê li gelê Kurd ike? Kîjan ol dikare vê qebûl bike?"

'RÊBER APO BAWERÎ LI HEV CIVAND'

Xelef ê ji Şengalê di dawiya axaftina xwe de got, "Baweriya me bi felsefeya Rêber Apo tam e. Nêrînên Rêberê mirovahiyê -ne tenê yê Kurdan û Êzidiyan- ji bo mirovahiyê hêviyê dafirîne. Rêber Apo gel, çand û baweriyan li hev dicivîne û dike ku li ser xakê bi hev re bijîn. Em bi vê bîr û baweriyê weke oldarên Êzidî tevlî konferansê bûn û em pê gelekî kêfxweş bûn ku li ser navê mirovahiyê li vê derê hêviyên mezin şîn dibin."