‘Dagin Kadin Halî’ jî hate qedexekirin

Piştî pirtûka “Devrîmîn Rojava Halî”’ ya ji weşanên Ceylan, vê carê jî pirtûka “Dagin Kadin Halî” hate qedexekirin.

Desthilatiya AKP/Qesrê qedexeyên li ser pirtûkan bi lez û bez didomîne.

Pirtûka “Savaşta Barişta Ozgurlukte Aşkta Dagin Kadin Halî” ya nûçegîhana ETHA û ANF’ê Arzû Demîr nivîsî û Weşanên Ceylan weşand jî hate qedeekirin. Pirtûka heman weşanxaneyê ya “Devrîmîn Rojava Halî” ku du roj berê derxistibû jî hatibû qedexekirin.

6. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê bi îdîaya “propagandaya PKK’ê dike” pirtûk qedexe kir. Dadgehê biryar da ku pirtûk bê desteserkirin û firotina wê bê qedexekirin.

Pirtûka “Dagin Kadîn Halî” Cotmeha 2014’an hate weşandin, di sal û nîvekê de gihiştibû çapa 7’emîn.

DU ROJ BERÊ PIRTÛKA ‘DEVRÎMÎN ROJAVA HALÎ’ JÎ HATIBÛ QEDEXEKIRIN

2. Hakimtiya Sûlh Ceza ya Stenbolê du roj berê pirtûka “Devrîmîn Rojava Halî” ya Tirmeha 2015’an derketibû û çapa wê ya 4’emîn bû jî qedexe kiribû.
Biryara dadgehê piştî ku ji ser hesabên tevna civakî yên JOH û POH’ê pirtûka “Devrîmîn Rojava Halî” hedef hatibû nîşandan hatibû girtin.

DER HEQÊ NIVÎSKAR DE LÊPIRSÎN HATE VEKIRIN

Piştî pirtûka “Dagin Kadin Halî” bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” der heqê Rojnamevan Arzû Demîr de lêpîrsîn hate destpêkirin. Rojnamevan Demîr di hundirê heftekê de ji bo îfadeyê bide bang lê hate kirin.