Ji bo endamê YPS'ê Sekvan Îlhan mewlûd hat dayîn
Ji bo endamê YPS'ê Sekvan Îlhan li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) mewlûd hat dayîn.
Ji bo endamê YPS'ê Sekvan Îlhan li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) mewlûd hat dayîn.
Şervanê YPS'ê Sekvan Îlhan ê ji Mexmûrê tevlî nava refên YPS'ê bû û di 3'ê Nîsanê de li Şirnexê di şerê li dijî çeteyên Qesrê de jiyana xwe ji dest da, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bîranîn. Malbatê mewlûd da.
Mewlûd bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê Mela Elî ewilî axivî û got, "Em wek Saziya Malbatên Şehîdan di destpêkê de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbata hêja û hemû gelê Kurd re dixwazin û dibêjin şehîd rûmeta me ya pêşerojê ne."
Piştî axaftina Mele Elî endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Medya Cûdî peyivî û got; "Wek tê zanîn îro li Bakurê Kurdistanê berxwedanek bêhempa bi pêşengiya YPS-YPS-Jin tê meşandin. Heval Sekvan jî yek ji pêşengên vê berxwedanê bû. Em hemû dizanin ku ev şehîd ne şehîdê destpêkê ye û wê ne yê dawî be. Em jî weke gelê wargehê li ser navê wargehê sersaxî ji serokê xwe Birêz Ocalan, malbata Şehîd Sekvan a birêz û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin."
Li dû axaftina Medya Cûdî bavê Sekvan Îlhan, Ettar Îlhan axivî û got, "Em di destpêkê de bi xêrhatina mêvanên di vê rojê de me tenê nehiştin dikin, em ji şehadeta Sekvan bi serbilind in. Ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Em jî sersaxî ji Rêberê xwe Abdullah Ocalan û gelê Kurdistanê re dixwazin."
Piştî axaftinan sînevizyona der barê jiyana endamê YPS'ê Sekvan Îlhan bi hestiyarî hat temaşekirin û di dema temaşekirina sînevizyonê de dirûşmên 'Bîjî Serok Apo', 'Bîjî Berxwedana Gelê Kurd' û 'Şehîd Namirin' hatin qîrîn. Merasîma mewlûdê bi xwarina mewlûdê bi dawî bû.