YPS: Berxwedana me ya li dijî çeteyan dewam dike

YPS'ê da xuyakirin, ku têkoşîna wan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û Qesrê li ser bingeha berxwedaneke mezin dewam dike.

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser encamên şerê dawî yê li qadên berxwedanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekîneyên me yên YPS'ê û gelê me yê welatparêz, têkoşîna xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê û Qesrê, li ber bingeha berxwedaneke mezin dewam dikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

NISÊBÎN

"Roja 10'ê Nîsanê li dora pira Ahmet Kaya kepçeyeke zirxî hewl dida bikeve taax Koçer. Di vê kêliyê de hêzên me yên YPS'ê bi roketan li vê dan û di encamê de kepçe şewitî. 2 polîsên POH'ê li vir hatin kuştin. Piştî rojekê li heman cihî kepçeyeke din hat rûxandin û 2 polîsên din ên POH'ê hatin kuştin.

Roja 11'ê Nîsanê saet di 12:00 de li taxa Koçer, di navbera yekîneyên em yên YPS û çeteyên Qesrê de ji navbereke kurt şer derket û di encamê de tîmekî taybet hat kuştin.

Li hemberî taxên di bin kontrola yekîneyên me yên xweparastinê de ne, bomberdûmana dijmin dewam dike û şer bi dijwarî didome."

SILOPIYA

Di dewama daxuyaniyê de, der barê 2 endamên YPS'ê yên roja 7'ê Nîsanê li navçeya Şirnex Silopiyayê jiyana xwe ji dest dan, ev agahî hatin dayîn:

"Agirê berxwedanê, ku perspektîfa me ya têkoşînê ye û mora xwe danî binê sala 2016'an, li yek ji navçeyên me yên Kurdistanê li Silopiyayê ji nû ve geş bû. Dema ev agir egş bû, ewladên leheng ên gelê me bi sekneke ji lehengiyeke mezin, berxwedan pêl bi pêl xurt kirin. Ciwanên Kurdistanê yên ji bo parastina azadî û rûmeta gelê me seferber bûn, li deşt, bajar û her taxan li hemberî dijminê wehşî û zalim şerê xweparastinê mezin kirin û bersiv dan. Hevalên me Hebûn û Çavreş gihîştin wê baweriyê ku mafê herî xwezayî yê gelê me ye li herêmên xwe yên xweser bi awayekî azad, wekhev û aştiyane xwe bi rê ve bibe. Bi dilsoziya bi vê baweriyê re li ber xwe dan. Şehadeta hevalên me yên hêja, me bi hestên tolhildanê digihîne hêzeke berxwedanê ya rêxistinbûyî û têk naçe.

Nasnameyên 2 endamên me yên YPS'ê yên di 7'ê Nîsanê de li Silopiyayê şehîd ketin:

Nasnav: Hebûn Cûdî / Nav paşnav: Besna Tindik / Navê dayikê: Hacer / Navê bav: Seîd / Cihê şehadetê: Silopiya

Nasnav: Çavreş Mem / Nav paşnav: Îslam Aras / Navê dayikê: Ayşe / Navê bav: Zulfu / Cihê şehadetê: Silopiya"