Bomberdûmana li Geverê didome

Li Geverê, ji ber bomberdûmana ji duh bi şev û vir ve bênavber tê kirin, gelek xanî bûn xirbe. Di navbera hêzên dewleta Tirk ên hewl dan bikevin nava taxan û hêzên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar qewimî.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 31. de ye, taxên berxwedanê ji nû ve hatin bombekirin. Ji ber bomberdûmana danê êvarê ya bi obus, hawan û topên M60, bi dehan xaniyên li taxên Cûmhûriyet û Gungorê xera bûn.

Danê sibehê jî hêzên rejîma Tirk hewl dan xwe berdin nava taxên berxwedanê. Li ser bersiva hêzên YPS/YPS Jinê şer derket. Şer hînê dewam dike. Ji taxan her wiha dengê teqînan tê.

Gelek maşînên zirxî jî sewqî herêma şer hatin kirin.