Hunermendên Elewî: Eger Elewî xwe birêxistin nekin, gotina 'Alî' jî wê bibe sûc

Hunermendên Kurd ên Elewî, ji bo li warê Kurdên Elewî kamp neyê çêkirin hatin Mereşê, hişyarî dan ku ji komkujiya li gelê Kurd tê kirin mezintir wê komkujî li civaka Elewiyan bê kirin.

Hunermendên Kurd ên Elewî, ji bo li warê Kurdên Elewî kamp neyê çêkirin hatin Mereşê, hişyarî dan ku ji komkujiya li gelê Kurd tê kirin mezintir wê komkujî li civaka Elewiyan bê kirin. Hunermendan der barê proje û polîtîkaya dewletê ya li Mereşê dixwaze bixe meriyetê de ji ANF'ê re axivîn û bang li gel kirin, ku hişyar û baldar bin.

Hunermend Pinar Aydinlar berxwedana li erdnîgariya Kurdistanê, li Şirnex, Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiya, Gever û gelek bajarên mîna wan bibîr xist û diyar kir, li gorî vê berxwedana li Kurdistanê tê meşandin, berxwedana heyî ya li Mereşê li hemberî çêkirina kampê tê nîşandan, gelekî qels e.

Aydinlar da xuyakirin, ku ji ber vê qelsiyê xeterî heye ev kamp bê çêkirin û got, "Ji ber ku li wê derê ruhê berxwedanê, sekna Pîr Sûltan bi xurtî nayê nîşandan. Li pêş çavên tevahiya cîhanê li Kurdistanê 200 mirov bi saxî, di weşana zindî de hatin şewitandin. Lewma divê hemû Elewî baş zanibin, ji komkujiya Mereşê mezintir wê komkujî werin kirin. Dewlet îro hewl dide Kurdê xwe, Elewiyê xwe bafirîne. Li hemberî vê yekê divê ruhê berxwedanê bê nîşandan. Pêwîste şoreşgerek bi ti awahî hînê rewşê nebe. Dozên ku duh ji ber gotina Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlûm Dogan, Mahîr Çayan li hemberî me hatin vekirin, hînê dewam dikin. Dibe ku sibe, ji ber bilêvkirina peyva Îmam Huseyîn, Pîr Sûltan, Alî, em werin darizandin. Dibe ku em li pêkanînên gelekî mezintir rû bi rû bên. Mirovan hesabê berdêla vê nekiribûn. Lê belê îro ber bi vî alî ve diçe." Aydinlar destnîşan kir, ku weke nêrîna xwe ya şexsî ew bawer dike; eger gelek xwedî artêşekê nebe, ew gel timî bi tenê ye û her tim xeteriya komkujiyê li ser heye.

Hunermend Cemo Dogan jî da zanîn, ku Mereşî vê kampa hewl tê dayîn li navenda gundên Elewiyan li deşta Narli ya Mereşê bê çêkirin weke 'Hespê Trûva' dibînin û got, "Ji aliyê encamên xwe yên civakî ve weke êrîşeke stratejîk û polîtîk a bi zanebûn a li hemberî Elewiyên Mereşê fêm dikin. Mereş a ku mijarên windabûn, asîmîlebûn û pêvajoya tinebûnê nîqaş dike, wê li hemberî feraseteke rêveberiyê ya di vê astê de êrîşî gelên xwe dike, li ber xwe bide."

Hunermend Cemo Dogan bal kişand ser Mereşiyên li derveyî welat û got, "Mereşî ji dîasporayê dibêjin 'xurbet'; her kesên li dûrî mala xwe, li dûrî gundê xwe li xurbetê, li xerîbiyê ne. Elbîstan bi xwe jî 'bajarekî' dûrî malê ye. Ji Mereşa bi travmayên civakî re meşiya, di nava 20 salan de nîv mîlyon Elewiyên Mereşî ber bi derveyî cih û warên xwe ve hatin dehfdan. Li her devera cîhanê êdî Mereşî tên dîtin."

...