KCK'ê li dijî dagirkeriya AKP'ê banga berxwedanê kir

KCK: Ya ku dixwazin bikin ne îstimlaqkirineke ji rêzê ye... Ya ku AKP dike dagirkerî ye... Li dijî êrîşên fîzîkî û planên qirkirinê yên di bin navê veguherîna bajêr de tên kirin, divê gelê Kurd li her derê li ber xwe bide.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP'ê ya faşîst, bi şikandina vîna gelê Kurd re dixwaze polîtîkayên qirkirinê yên salên 90'î kûrtir bike û bi ser bixîne. KCK'ê destnîşan, ku ku AKP dixwaze bajarên xerakirin û şewitandine bi temamî ji holê rake, di bin navê veguherîna bajarvaniyê de kampên qirkirinê ava bike û bi van kampan re zextê li Kurdan bike û wan kontrol bike.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Gotina 'ji bilî berhemên dîrokî bila hemû avahî werin xerakirin' a şefê faşîst Erdogan, divê weke çêkirina kampên qirkirinê yên bîr û civakîbûna bajaran ji holê radikin, bê fêmkirin. Bi gotina 'em ê şaristaniyê û modernîteyê nîşan bidin' re mebesta wan ew e; vîna gel bişikînin û Kurdan bikin civakeke polîtîkayên qirkirinê yên dewletê qebûl dike. Di salên 1925 û 1938'an de jî di bin navê 'em şaristaniyê dibin Kurdistanê' re polîtîkaya qirkirinê xistibûn meriyetê. Niha jî bi amûr û rêbazên nû re dixwazin vê polîtîkayê kûrtir bikin û bi ser bixînin. Hesab û planên hikûmeta Erdogan û AKP'ê yên li ser bajarên Kurdistan, di vê çarçoveyê de ne."

YA KU DIXWAZIN JI KURDAN RE ÇÊBIKIN, GORISTANÊN TOKÎ YE

KCK'ê da zanîn, ku bi biryara îstimlaqkirina lezgîn a li Sûrê û bicihanîna vê biryarê re dixwazin vê yekê li tevahiya bajarên Kurdistanê belav bikin û wiha dewam kir: "Êrîşa herî giran ên qirkirinê yên dîroka Kurdistanê niha tên kirin. Ji nirxandina 'tinekirina mercên terorîst jê sûdê werbigirin' mebesta wan ew e ku ruhê bajaran ji holê rakin û gel di nava betonên bê ruh de veşêrin. Ji çêkirina avahiyên ku ew qalê dikin, mebesta wan goristanên TOKÎ ye, ku dixwazin ji Kurdan re çêbikin. Bi gotina 'em ê bajarên nû çêbikin' re dixwazin kurdan bixin nava goristanên lê tine bikin.

Ji bo Kurdan qir bikin, muhendîziyeke civakî dikin. Rêbazeke din a serîtewandinê bi kar tînin. Li ser bingeha polîtîkaya qirkirina Kurdan dixwazin bajaran xera bikin, veguherînin kampên di bin kontrola dewletê de ne û bi vî rengî dorhêla qirkirinê bêhtir teng bikin. Gelekî zelal e, ev polîtîka û pêkanîn, polîtîkaya çareserkirina pirsgirêka Kurd nînin. Ji ber ku polîtîkayeke wan çareseriya pirsgirêka Kurd nîne dixwazin gel kontrol bikin û li nava jiyaneke li gorî dilê xwe bi cih bikin û zextê bikin. Ji ber ku Kurdan weke civakeke divê bê kontrolkirin dibînin. Ji ber ku nikarin hemû Kurdan bi operasyonên qirkirina siyasî bigirin û bavêjin binê zîndanan, bi zîndanîkirina hemû bajaran re dixwazin vê armanca xwe bi ser bixînin."

YA KU AKP DIKE DAGIRKERÎ YE

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Ya ku ew dikin, berevajî gotinên wan îstimlaq nîne; mîna ku xakek din dagir kirine, bikaranîna wê xakê ji her alî ve ji bo xwe weke mafekî dibînin. Desthilatdariya AKP'ê bi awayê ku Kurdistan ji nû ve feth kiriye, bêyî ku vîna gelê Kurd li ber çavan bigire, hiqûqa dagirkeriyê dimeşîne. Ya ku desthilatdariya AKP'ê dike bi temamî dagirkerî ye. AKP niha li Kurdistanê mîna dagirkerekî tevdigere. Di herikîna dîrokê de ti dagirker di vê astê de dest li jiyana gelan wernedane, bi vî rengî muhendîziyeke civakî nekirine.

Cihên ku desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP'ê di bin navê îstimlaqê de bi awayekî bêperwa dagirkeriyê dike, cihên AKP'ê ji sedî 20'an zêdetir deng lê bi dest nexistine. Li van hemû navçeyan HDP'ê ji sedî 80 ê dengan stendiye. Bi awayekî vekirî dixwazin vîna gelê Kurd binpê bikin, bi zora leşker û polîsan re kampên qirkirinê yên ji bo Kurdan mîna goristanê ne, bên çêkirin. Bi vê polîtîka û helwestê re, li dijî gelê Kurd şerekî vekirî û dijwar tê meşandin.

Her gotin û pêkanînên desthilatdariya AKP'ê, bi gotina herî sivik; xwedî niyeta nebaş e. Polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne ku bi şikandina vîn û daxwaza jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd re dixwaze yek miletî ava bike. Bi awayekî vekirî êrîşî nasname, ziman, çand û vîna siyasî ya gelê Kurd dike. Daxwaza jiyana demokratîk û azad, vîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd weke cihêkariyê dibîne û dixwaze bieciqîne.

DIVÊ BI HER RÊ Û RÊBAZÊ RE EV ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ WERIN ŞIKANDIN

Pêwîste gelê Kurd hem li hemberî êrîşên fîzîkî, hem jî li hemberî plana qirkirin û goristanên di bin navê veguherîna bajarvaniyê de tê xwestin were çêkirin, vîna xwe nîşan bide û li her derê li ber xwe bide. Girîng e destûr neyê dayîn; ku vîna gel tine bê hesibandin, bajar bi zorê werin desteserkirin û kampên qirkirinê werin avakirin. Divê gelê me, hemû saziyên rêxistinbûyî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl vê têkoşînê weke berxwedana xwe bibînin û bi ruhê piştgirî û yekîtiya neteweyî re serî li her rê û rêbazan bidin û van êrîşên qirkirinê bişikînin."