Çeteyê Qesrê yê li Nisêbînê birîndar bibû, mir

Çeteyê Qesrê yê bi navê Serkan Yilmaz ku duh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi giranî birîndar bibû mir.

Çeteyê Qesrê yê bi navê Serkan Yilmaz ku duh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi giranî birîndar bibû mir.

Di şerê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdinê bi dijwarî didome de, duh şev dema ku çeteyên Qesrê xwestin bikevin taxê rastî berxwedaniya YPS/YPJ-JIN hatin û çeteyê Qesrê yê bi navê Serkan Yilmaz ku di çalakiya YPS/YPS-JIN’ê de bi giranî birîndar bibû, mir.

Her wiha şer bi dijwarî li navçeya Nisêbînê didome. Êrîşên li dijî taxên Kişla, Zeynelabidin û Firatê gelek mal xira bûn, dûman li ser navçeyê bilind dibe.