Li serê kolanên Xurmatû dîwar hatine lêkirin
Li navçeya Xurmatû, ku par di meha Mijdarê de di navbera Kurdan û Tirkmenan de şer derket, her çend ev şer qediya be jî alozî hînê dewam dike. Şêniyên navçeyê kolanên xwe bi lêkirina dîwaran girtin.
Li navçeya Xurmatû, ku par di meha Mijdarê de di navbera Kurdan û Tirkmenan de şer derket, her çend ev şer qediya be jî alozî hînê dewam dike. Şêniyên navçeyê kolanên xwe bi lêkirina dîwaran girtin.
Li navçeya Xurmatû, ku par di meha Mijdarê de di navbera Kurdan û Tirkmenan de şer derket, her çend ev şer qediya be jî alozî hînê dewam dike. Şêniyên navçeyê kolanên xwe bi lêkirina dîwaran girtin.
Li navçeya Xurmatû ya Başûrê Kurdistanê ku alozî lê dewam dike, şêniyên navçeyê ji bo pêşî li êrîşên bombeyî û sûîqestan bigirin, kolan û taxên xwe bi lêkirina dîwaran girtine. Gelê Xurmatû dibêje "Em ê xwe li hemberî êrîşan biparêzin" û dan zanîn, hin hêz dixwazin li navçeyê aloziyê mezin bikin û Kurdan ji herêmê derxînin.
JI BO EWLEKARIYA XWE EM DÎWARAN LÊ DIKIN
Navçeya ku weke bi taxên Kurd û Tirkmenan bûye du parçe, xeteriya êrîşên bi maşînên bombebarkirî û sûîqestê hene. Gelê Xurmatû destnîşan dike, ku eger pirsgirêk neyê çareserkirin, dibe ku rewşa aloz di dema pêş de mezintir bibe.
Şêniyên Xurmatû bibîr dixînin, ku ji mêj ve Tirkmen, Ereb û Kurd li navçeyê bê pirsgirêk bi hev re dijîn û dan zanîn, ku bi hatina milîsên Heşd el Şebî re şerê di navbera gelan de destpê kiriye.
Gelê Xurmatû dibêje, "Weke gel û çandên cuda em bi salan e bi hev re dijîn. Ti awayî dijminatî neket navbera me. Her kesî hurmet nîşanî hev didan. Lê belê hinek hatin tevlîhevî kirin û gel li hemberî hev kirin dijmin. Niha li Xurmatû Tirkmen nikarin biçin tax û bazarên Kurdan, Kurd jî nikarin biçin tax û bazarên Tirkmenan. Eger bi vî rengî dewam bike wê di dema pêş de şerekî mezin biqewime." Gelê herêmê dide zanîn, ku ji ber pirsgirêk nayê çareserkirin û bûyer naqedin, wan li serê kolanên xwe dîwar lê kirine.
Xurmatûyan ragihandin, heman dîwar li taxên Tirkmenan jî hene û nerazîbûn nîşanî rayedaran dan ku bi berpirsyariya xwe ranabin.
ŞERÊ DESTPÊKÊ DI MEHA MIJDARÊ DE DESTPÊ KIRIBÛ
Li Xurmatû ya ji Kurd, Ereb û Tirkmenan, şerê destpêkê di navbera Heşd el Şebî û pêşmergeyan de meha Mijdarê li bendeke kontrolê ya asayîşê rû dabû û li vê derê 3 milîsên Heşd el Şebî û pêşmergeyek hatibûn kuştin. Piştî bûyerê, Tirkmenan mal û kargehên kurdan şewitandibûn û bi vî rengî bajar bi taxên Kurd û Tirkmenan bûbû du parçe. Di şer de ji her du aliyan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî van bûyeran aliyan hin hevdîtin kirin û şerê li nava kolanan bi dawî kirin. Lê belê aloziya li navçeyê dewam dike.