KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayên HPG’ê Oztekîn, Kovanç û Hezer ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin
Ji 5 gerîlayên HPG’ê yên di şerê 6’ê Adarê yê li navçeya Qabilcewzê de jiyana xwe ji dest dan, Cahît Oztekîn, Mehmet Îhsan Kovanç û Yûsûf Hezer bi merasîmek tevlîbûna hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. -
Çeteyên Qesrê avêtin li ser binahiyên HDP û DBP’ê
Çeteyên Qesrê avêtin li ser binahiyên HDP û DBP'ê yên navçeya Omeri ya Mêrdînê. -
Dozger nahêle malbat cenazeyên zarokên xwe bigirin
Malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe yên şervanên YPS û YPJ-JIN’ê ku di demên cuda de li Geverê jiyana xwe ji dest dane, teşxîs bikin çûn Erziromê, ji aliyê dozger ve ev daxwaz hate redkirin. -
Li Nisêbînê li hemberî wesayîta zirxî çalakiya bi roketan: 2 mirî, 4 birîndar
Di çalakiya bi roketan a li hember çeteyên Qesrê ku hewl didan bikevin taxên berxwedanê yên li Nisêbînê de 2 tîmên taybet mirin, 4 tîmên taybet jî birîndar bûn. -
Li Hezexê vê carê polîs ketine pey cilan!
Polîsên ku li navenda sûkê avêtin ser dikanên cilan, cilên li ser wan “Kurdistan” û “Bijî Newroz” nivîsîne bi hinceta biryara dozgeriyê ve kom kirin. -
Li Şirnexê kepçeyek û wesayitek zirxî hatin derbkirin
Şer û êrîşên li ser Şirnexê bê navber didome. Kepçeyek ku hêzên dewletê ji bo rûxandina taxa Îsmetpaşa anîbûn û wesayîtek din a zirxî ji aliyê hêzên YPS/YPJ-JIN hatin derbkirin û êdî nayên bika anîn. -
Gundiyên Qendilê: Em rûyê rast yê Tirkiyê dibînin
Balafirên şer ên Tirk careke din gundên girêdayî Qendîlê bombebaran kir. Gundiyên van herêman ragihandin ku li cihên hatine bombe kirin gerilla nîne û gotin: “ Pêwîst e êdî Hikûmeta Başûr ji bo vê çareseriyekê bibîne.” -
40 cerdevanan Şirnex terikandin
Çeteyên Qesra Erdogan ên ku nikarin bikevin taxên xwerêveberiyên Şirnexê, cerdevanan didin pêş. 40 cerdevanên bajarokên Sêgirkê û Hilal ên ku ketina taxên xweser qebûl nekirin, bi leşkeran re nîqaş kirin û ji Şirnexê derketin. -
YPS: 17 çeteyên Qesrê hatin kuştin
YPS’ê da xuyakirin ku di encama şer û çalakiyan de serdarek, 2 amirên emniyetê jî di nav de, bi giştî 17 çeteyên Qesrê hatine kuştin. YPS’ê diyar kir ku gelek wesayîtên zirxî an hatine îmhakirin an jî derbkirin. -
Elewiyên li Gurgumê ber bi qada kampê meşiyan
Berxwedana Elewiyan a li dijî kampa ku hewl didin li qada Terolar a Gurgumê ava bikin didome. -
Şervana YPS’ê Sayar ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Ceylan Saray a YPS’î, li Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
Çeteyên Qesrê malan bi tankan hildiweşînin
Çeteyên Qesrê yên nikarin li Nisêbînê berxwedanê bişkînin, li taxên ku nikarin bikevinê malan bi tankên bi palet hildiweşînin. -
Ji gerîlayan li Qilebanê çalakî: 7 leşker hate kuştin
Di çalakiya ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Starê li hember qereqeola Seyîdan a li xeta sînorê Qilebanê hate lidarxistin de qasî hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin. -
Çark ê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin hat veşartin
Hîkmet Çark ê li Cizîrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin, li Îdirê hat veşartin. -
Cenazeyê Şalk a 2 salî ya li Silopiyayê hat qetilkirin hat veşartin
Esra Şalk a 2 salî ya li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, duh bi şev hat veşartin. -
PYD'ê ji bo Şêxmeqsûd bang li NY û kordînasyona agirbestê kir
Meclîsa Giştî ya PYD'ê bang li hêzên li ser rêveçûna agirbesta Sûriyeyê disekinin kir ku berpirsyariya xwe ya parastina sivîlên rastî êrîşên hêzên "terorîst" tên li gorî hevpeymanên navneteweyî bicih bînin. -
Çeteyan careke din gaza kîmyewî li Şexmeqsûd barandin
Komên çete yên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS jî di nav de ye, îro carek din bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin. Di encamê de 2 kes bi jehrê ketin. -
Elewiyan li dijî plana qirkirinê banga berxwedanê kirin
Nerazîbûnên li hemberî "kampa penaberan" a li Mereşê ku fikar hene, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve were bikaranîn, nerazîbûn dewam dikin. Nûnerên komeleyên Elewiyan ên li derveyî welat jî bang li Elewiyan û dostên wan kirin ku li ber xwe bidin. -
Nûçegihanê DÎHA'yê hat binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA'yê Engîn Eren li Sêrtê hat binçavkirin. -
Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime
Li Nisêbînê ku berxwedan di roja 26. de ye, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. -
'AKP dixwaze Kurdan derxîne, mirovên ji derve aniye li cihê Kurdan bi cih bike'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Yîgîtalp diyar kir, AKP di bin navê 'cemawerîkirinê' de dixwaze herêmên Kurdan vala bike û li şûna wan Erebên ji derve aniye, bi cih bike. -
Li Şêxmeqsûd şer dewam dike
Çeteyên KNS û ENKS'ê êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî êrîşan li ber xwe didin. Vê berxwedanê heta serê sibehê dewam kir. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Karakaya hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ûygar Karakaya (Newroz) bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
TÎB'ê malpera rojnameya Azadiya Welat dîsa asteng kir
Malpera rojnameya Azadiya Welat careke din hat astengkirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Herêma Qendîlê duh bi şev ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin.