Dozger nahêle malbat cenazeyên zarokên xwe bigirin
Malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe yên şervanên YPS û YPJ-JIN’ê ku di demên cuda de li Geverê jiyana xwe ji dest dane, teşxîs bikin çûn Erziromê, ji aliyê dozger ve ev daxwaz hate redkirin.
Malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe yên şervanên YPS û YPJ-JIN’ê ku di demên cuda de li Geverê jiyana xwe ji dest dane, teşxîs bikin çûn Erziromê, ji aliyê dozger ve ev daxwaz hate redkirin.
Li Geverê şer didomin. Cenazeyên şervanên YPS û YPS-JIN ên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane şandine Saziya Tipa Edlî ya Erziromê. Ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe 3 malbat çûn Erziromê. Malbatên ku ji Wan û Amedê çûne, ji bo teşxîskirinê dest bi xebatên îdarî kirin. Piştî ku daxwazên malbatan hatin qebûlkirin, derbasî Saziya Tipa Edlî bûn, lê cenaze teşxîs nekirin. Daxwaza testa DNA jî ji aliyê dozger ve hate redkirin. Nobedarê Saziya Tipa Edlî ji malbatan re ragihand ku dozger ji wî re wiha gotiye; “Biçin navçeyên ku hûn lê dimînin, li wir testa DNA’yê bidin, em nikarin li vir bigirin.” Saziya Tipa Edlî ya Wanê û Amedê jî ji malbatan re ev gotine: “Biçin cihên ku cenazeyên we lê ne, li wir testa DNA’yê bidin.” Li ser vê rewşê malbatan êdî îsyan kir.
Li Erziromê di rojên dawî de 9 cenaze, bi giştî 21 cenaze li benda teşxîskirinê ne.