Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime

Li Nisêbînê ku berxwedan di roja 26. de ye, di navbera hêzên dewleta Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 26. de ye, şer ji nû ve dijwar bû. Piştî ku duh 'fermandarên' hêzên dewletê yên li Nisêbînê kordîne dikirin hatin kuştin, li navçeyê bi saetan fîşekek jî neteqiya.

Hêzên dewleta Tirk bi şev obus û hawan avêtin taxên berxwedanê. Ji danê sibehê û pê ve şer dijwar bû. Şer li aliyê kolana Çaxçax û Goristana Veysîka giran bûye. Wekî din ji qada Newrozê li hemberî kolana Şîrîn a taxên Firat û Abdulkadîrpaşa bi hev ve girê didin, top tên barandin.

Ji taxan dengê teqînên dijwar jî tê. Hêzên dewletê yên nikarin bi pêş de biçin, xaniyan dişewitînin. Ji xaniyên hatine şewitandin dûxana reş bilind dibe. Di navbera hêzên dewleta Tirk ên dor li taxan girtine û endamên YPS/YPS Jin de şerekî dijwar diqewime.

Di şerê duh de serdarek (bînbaşi), 2 amîrên emniyetê û 3 tîmên taybet ên êrîşên li Nisêbînê kordîne dikirin hatibûn uştin.

YPS'ê li ser bîlançoya duh hînê daxuyanî nedaye.