Ji gerîlayan li Qilebanê çalakî: 7 leşker hate kuştin

Di çalakiya ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Starê li hember qereqeola Seyîdan a li xeta sînorê Qilebanê hate lidarxistin de qasî hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîkdarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku li Qilebanê 7 leşker hatine kuştin, wiha dewam kir: “5’ê Nîsanê saet 09.00-10.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya qereqola Seyîdan a li xeta sînorê navçeya Qilebana Şirnexê li hember tankek artêşa Tirk çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de li gor agahiyên hatin bidestxistin 7 leşker hatine kuştin.

7’ê Nîsanê saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek bi çekên giran li hember leşkerên ku diçûn qereqola Seyîdan li dar xistine. Topên hewanê li nava komên leşkeran ketine. Di vê çalakiyê de gelek leşker mirine û birîndar bûne, lê hejmar nehatiye zelalkirin.”

HPG’ê di berdewama daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

LI SASONÊ 5 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DANE

5’ê Nîsanê li qada Sason a Êlihê artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî yên keşfê ve dest bi operasyonê kiriye. Artêşa TC a di operasyonê de li eraziyê xwe bi cih kiriye jî kemîn avêtine. Di heman rojê saet 18.00’an de yekîneyek me ya gerîla dema diçû wezîfeyê bi leşkerên TC re rû bi rû hatine û şer qewimiye. Li vir berbazek hatiye kuştin. Di şerê yekem de hevalê me Çiyager şehîd ketiye. Artêşa TC a qedemeyekê ji şer vekişiya, saet 22.00’an bi piştgiriya pêgerên hewayî yên keşfê ve operasyona xwe hê berfirehtir kirine. Di navbera vê yekîneya me û artêşa TC de cara duyem şer qewimiye. Di şerên giran de hevalên me Devrîm, Baz, Agît û Dorşîn heta guleyên xwe yên dawî şer kirine û gihiştine şehadetê. Dema agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd bên zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
 8’ê Nîsanê saet 02.00-05.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê girêdayî Qendîlê navbera gundên Kortek, Lewcê û Enzê, her wiha derdora gundên Zergelê û Silê bi awayekî giran bombe kir, di heman saetan de qadên Oremar û Sumbul ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kirine. Di van bombekirinan de gelek bax û eraziyên gundiyan ên li Qendîlê zerar û ziyan dîtine.

ARTÊŞA TIRK KEMÎNAN DATÎNE

Ev du rojên dawî artêşa TC girêdayî navçeya Bazîd a Agirî; li qadên navbera Mêrga Pîro û Doşeme, her wiha li qadên di navbera deşta Bazîd û Karacakoyê kemîn danîne.”