Ji 5 gerîlayên HPG’ê yên di şerê 6’ê Adarê yê li Qirika Bazdek a navçeya Qabilcewza Êlihê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên Cahît Oztekîn (Devrîm Firat), Mehmet Îhsan Kovanç (Çiyager) û Yûsûf Hezer (Egîd Şoreş) ji aliyê malbatan ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatin girtin, anîn Êlihê. Cenaze li Tesîsên Rawestandinê ya Bardakçilarê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Tolhildan” hatin pêşwazîkirin, ber bi Goristana Asrî ve ketin birin. Cenaze li taxên Baglar, Hîlal, Beşevler, 19 Mayis û Çamlicayê bi girseyî hatin pêşwazîkirin, anîn Cadeya Girêsîra. Girse li vir kom bû, her wiha malbatan jî li hember bêdengiya cîhanê ya li beranberî şerê ku AKP’e li Kurdistanê dide meşandin nerazîbûn nîşan dan.
LI ÇIYAYÊ SASONÊ JIYANA XWE JI DEST DAN BI STRANA ‘ÇIYAYÊ SASONÊ’ HATIN OXIRKIRIN
Di meşa ber bi goristanê de girseyê posterên gerîlayên HPG’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK’ê rakirin. Meşa ku bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” dewam kir li hewşa goristanê bi dawî bû. Dema wecîbeyên olî yên li goristanê strana hunermend Xelîl Xemgîn a “Çiyayê Sason” hate vekirin.
‘ZAVA ZAVA’
Rêveberên DBP, HDP, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hin nûnerên saziyên civaka sivîl û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Li ser siniya henê ya bi kesk, sor û zer hatiye xemilandin, find hatin pêxistin, xizmên gerîlayên HPG’ê bi strana “Zava Zava” ve sinaya hene û findan li ser darbestan gerandin. Di merasîma bi nîzama leşkerî de li ber sirûda “Ey Raqîp” rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaxa Elihê yê MEYA-DER’ê Şukru Baytar axivî, diyar kir ku dilsozên rêya cangoriyên Kurdistanê ne, sersaxî ji gelê Kurd re xwest.
‘WÊ KURD BI SER KEVIN’
Dayika gerîlayê HPG’ê Husna Kovanç jî diyar kir ku du kurên xwe daye têkoşîna azadiyê û axaftina xwe bi lorikan bi dawî kir. Meta gerîlayê HPG’ê Oztekîn jî bal kişand ku li seranserî Kurdistanê şerekî pir mezin li ser Kurdan hatiye ferzkirin, got: “Silav hezar silav ji wan egîdên canfeda. Wê şervanên azadiyê yên li çar parçeyê Kurdistanê şer dikin bi ser kevin.”
Piştî axaftinan, cenazeyê gerîlayên HPG’ê Kovanç û Hezer li rex gorên berxwedêrên berxwedana xwerêveberiyê hatin definkirin, gerîlayê HPG’ê Oztekîn jî li goristana Şêx Xelîl a li gundê Xedîrê yê girêdayî navçeya Hezo, lir x gorên kurên apê wî Ecmîl Oztekîn ê YPG’î û Lezgîn Oztekîn ê HPG’î hate definkirin.
Sersaxî ji bo Oztekîn wê li Hezo, ya Kovanç li Farqînê û ji bo Hezer jî wê li Êlihê bên qebûlkirin.