Li Şirnexê şer û bombebaran bi awayek dijwar didome , tevgera ambûlansan qet nasekine.
Êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê 25 roj in bê navber didome. Nêzî hefteyekê Taxa Îsmetpaşa bi awayek bê ser û ber tê bomberdûmankirin.
Kepçeyek zirxî ji bo rûxantina ku Taxa Îsmetpaşa anîbûn, her wiha wesayitek zirxî ya Kobra ji aliyên hêzên YPS/YPJ-JIN ve danê nîvro hatin derbkirin. Di encama derbkirinê de wesayit êdî nayên bikaranîn. Kepçe û wesayîta zirxî ji aliyê wesayîtên hilkêşer ve ji herêmê hatin derxistin û birin 23. Fermandariya Jendermeyan.
Der barê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal bi dest neketin, lê jimarek zêde ambûlans çûn cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên dewletê li hemberî berxwedaniya YPS/YPS-JIN neçar mane xwe ji Taxa Îsmetpaşa vekişînin. Piştî vekişandinê ji taxê dûmanek rengê zer bilind bûye.
Hêzên dewletê yên ku dixwazin bikevin taxên xwerêveberiyê bê navber bajar bombebaran dikin. Li hember Taxên Îsmetpaşa, Yenî û Cûmhûriyet êrîşên top û obusan didome.
Di encama bombekirina bi top û obusan de tenê îro bi dehan malên li taxê hatin hilweşandin.