Meclîsa Giştî ya PYD'ê bang li hêzên li ser rêveçûna agirbesta Sûriyeyê disekinin kir ku berpirsyariya xwe ya parastina sivîlên rastî êrîşên hêzên "terorîst" tên li gorî hevpeymanên navneteweyî bicih bînin.
Meclîsa Gîştî ya PYD’ê der barê êrîşên komên çete yên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) yên dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek da raya gîştî. Di daxuyaniyê de bang li hêzên ku rêveçûna agirbesta Sûriyeyê dişopînin kir ku berpirsyariya xwe ya parastina sivîlên taxê bicih bîne.
Daxuyaniya Meclîsa Gîştî ya PYD’ê wiha ye:
"Taxa Şêxmeqsûd a ku piranya şêniyên wê Kurd in rastî topbaranek hovane tê. Di encama vê topbaranê de bi dehan sivîlên şehîd bûne û bi dehan jî hatine birîndarkirin.
Ji dema îlankirina agirbesta Sûriyeyê ku YPG’ê jî tevlî bibû, komên terorsît bê navber êrîşî taxa bi ewle ya Şêxmeqsûd ku ji rejîmê û komên terorîst hatiye rizgarkirin dikin. Gelê vê taxê bi saya îradeya xwe û israra di jiyana hevbeş de taxê diparêzin.
Di demên dawiyê de û ji bo tolê ji projeyên demokrasiyê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û QSD’ê rakin, topbarana van koman dijwar û hovtir bûye. Ew bi vê yekê tevahî hevpeymanên navneteweyî yên parastina sivîlan di demên agirbest û aştiyê de binpê dikin. Komên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam, Sultan Murad, Tugaya Fetih, Firqeya 16, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert, Tabûrên Nûreddîn El-Zinkî û Firqa El-Şemaliyê yên bi ser Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamek wê ye, çekên qedexekirî û yên kîmewî li hemberî taxê bikar anîn.
Lê belê gelê me yê berxwedêr tevî pêkhateyên din ên li herêmê dijîn ji ereb, suryan û tirkmenan xwe li dora YPG’ê pêçaye û bê navber hewl dide van planên dagirkeriyê vala derxîne.
Em jî weke Meclîsa Gîştî ya PYD’ê bang li dewletên ku li ser rêveçûna agirbesta Sûriyeyê disekinin dikin ku berpirsyariya xwe ya seknandina êrîşên van çeteyan û parastina sivîlên li taxê li gorî xalên hevpeymanên navneteweyî bi cih bînin. Her wiha bang li Konseya Ewlekariyê dikin ku zextê li ser sîwaneya siyasî û aliyên ku piştgiriya van koman dikin, AKP’ê di serî de, bike da ku van êrîşan bidin seknandin."