KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelek çeteyên qesrê hatin kuştin
YPS'ê diyar kir, di çalakî û şerê li Nisêbîn, Şirnex, Gever û Silopiyayê de gelek çeteyên qesrê hatine kuştin. -
Li Girtîgeha Sêrtê 20 girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne
Li Sêrtê 20 girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Vetha Aydin, ji bo azadiya girtiyên nexweş bang li raya giştî kir ku bi baldar be û bi berpirsyarî tevbigere. -
Engîn: AKP dixwaze 'Kembera Ereb' li Bakurê Kurdistanê ava bike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn diyar kir, AKP dixwaze bi kampa li Pazarcixê re gav bi gav çeteyan li gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi cih bike û mîna kembereke Ereb, Kurdan li Bakur bêbandor bike. -
Mamoste ji Silopiyayê hatin derxistin
Piştî ragihandina "qedexeya derketina derve" ya li Silopiyayê, mamoste ji navçeyê hatin derxistin. -
Li Nisêbînê 'fermandarên operasyonê' yên dewletê hatin kuştin
Derket holê, ji tîmên taybet ên îro li navçeya Mêrdîn Nisêbînê hatin kuştin, 2 jê 'amîrên emniyetê', yek serdar (bînbaşi), yek jî tîmê taybet e. -
Gundên Geverê tên bombekirin, gundî li ber xwe didin
Dewleta Tirk zorê dide gundiyên Geverê, ku malên xwe biterikînin. Gundiyan dan xuyakirin, ku berdêl çi dibe bila bibe, ew ê malên xwe neterikînin. -
KNK: Parastina Helebê ji parastina Cizîr, Kobanê û Efrînê ne cuda ye
KNK'ê bal kişand ser girîngiya parastina Helebê ji êrîşên çeteyan û got, "Parastina Helebê ji bo Kurdan ji parastina Cizîr, Kobanê û Efrînê cuda nîne. Lewma Kurd divê bi ruha neteweyî di çeperê parastina Helebê de mil bi milê hev ve bin." -
YPG: 15 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, di şerê 24 saetên dawî yê li Şêxmeqsûdê de 15 çete hatine kuştin, doçkayek 12,5 a çeteyan hatiye îmhakirin. -
Li dijî kampa li Mereşê li Fransa û Swîsreyê çalakî
Li Fransa û Swîsreyê li dijî kampa ku tê fikrîn wê ji bo rêxistinkirina DAIŞ’ê bê bikaranîn çalakî û aktîvîte tên lidarxistin. -
Li Nisêbînê 3 çeteyên AKP’ê hatin kuştin
Li Nisêbînê di avahiya ku çeteyên AKP’ê ketinê de teqînek rû da. Di teqînê de 3 çeteyên AKP’ê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. -
Li Bismil, Şirnex û Geverê çalakî, li Amed û Agiriyê operasyon
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Şirnexê û operasyonên li Agirî û Amedê de agahî da. -
Şerên li Geverê li 2 taxan dijwar bûn
Li Gevera ku berxwedan didome, şer li taxên Cûmhûriyet û Gungorê zêde bûne, hêzên dewleta Tirk li Taxa Yenî jî gel ê ku derdikeve kolanan tacîz dike. -
Li Munîch û Frankfûrtê çalakiyê edeletê
Li Munîch û Frankfûrtê ji bo jinên şoreşger ên Kurd çalakiyê edeletê hate lidarxistin. -
Li Elkê 15 cerdevanan çekên xwe danîn
Li Elkê 15 cerdevanan çekên xwe danîn û îstîfa kirin. -
Li Şêx Meqsûdê 2 endamên MÎT’a Tirk hatin kuştin
Di nava çeteyên ku duh li Şêx Meqsûd di encama bersivdayina hêzên YPG’ê de hatine kuştin de, 2 endamên MÎT’a Tirk û 5 serçete jî hene. -
Li Nisêbînê tîmekî din ê taybet hate kuştin
Li Nisêbîna ku êrîş û şerên dijwar pêk tên, tîmekê din ê taybet hate kuştin. -
Li Şêx Meqsûdê gazên kîmyewî hatin bikaranîn
Komên çete yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê ku li ber çavên hemû cîhanê êrîşên xwe yên li ser taxa Şêx Meqsûdê didomînin, topbarana xwe dijwartir kirin û careke din gazên kîmyewî bi kar anîn. -
Berpirsê YCR’ê Kobanê: Divê ciwanên Rojava li berxwedana Bakur xwedî derkevin
Berpirsê Yekîtiya Ciwanên Rojava Kobanê (YCR) Rojgrav Kobanê têkîldarî xebatên wan, mijarên rojevê û 1. Konferansa wan a wê 8’ê Nîsanê li dar bixin de ji ANF’ê re nirxandin kirin. -
Bayik: Şer spartine gelê Kurd, jixwe wê bersivê bidê
Bayik diyar kir ku PKK’e xwedî ezmûnên 43 salan in, nivîsî ku Erdogan xwe dixapîne û di pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire de yê winda bike wê dewleta Tirk be. -
Hevşaredarên DBP’î li Başûrê Kurdistanê ne
Hevşaredarên DBP’î li ser daweta Şaredariya Rewandûzê hatin Başûrê Kurdistanê. Heyet beriya mîhrîcanê wê li Silêmanî û Hewlêrê hin hevdîtinan pêk bîne. -
Şehîdên Şêx Meqsûdê li Efrînê hatin oxirkirin
Cenazeyê 7 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê û Artêşa Şoreşgeran ku li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Refîq hatin oxirkirin. -
Li Silopiyayê Esra ya 2 salî hat qetilkirin
Esra Şalk a 2 salî ya li Silopiyayê ji ber topbaranê bi giranî birîndar bû û sewqî Êlihê hat kirin, jiyana xwe ji dest da. -
Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS'ê, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di êrîşên dawî de jinekê jiyana xwe ji dest da, 5 sivîl jî birîndar bûn. -
Li Dêrikê operasyon
Li bejahiya Dêrikê, leşker û cerdevanan dest bi operasyonê kirin. -
Li Nisêbînê heta serê sibehê şerekî dijwar qewimî
Li Nisêbînê êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Hêzên rejîmê yên dor li taxa Abdulkadîrpaşayê girtine, bi tankan gelek mal xera kirin. Li navçeyê tevahiya şevê şerekî dijwar qewimî.