Şerên li Geverê li 2 taxan dijwar bûn

Li Gevera ku berxwedan didome, şer li taxên Cûmhûriyet û Gungorê zêde bûne, hêzên dewleta Tirk li Taxa Yenî jî gel ê ku derdikeve kolanan tacîz dike.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ku berxwedan di roja 26. de dewam dike, ev çend rojên dawî li ser taxên herî mezin ê navçeyê, taxên Cûmhûriyet û Gungorê hewan, obus û topên tankan tên barandin, ji danê sibehê ve bomberdûman dîsa bi topên hewanê pêk hatin.

Li qada Saîtborû şerên demkurt diqewimin, li her du taxên ku hatine dorpêçkirin jî berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN’ê dewam dikin.

Li navçeya ku tevgerek zêde ya helîkopter û Heronê hene, hêzên dewleta Tirk li Taxa Yenî gel ê derdikeve kolanan tacîz dike. Hêzên dewletê bi taybet di nava Buyuk Camî, Sêriyan , Sê Market a taxê de ji wesayîtên zirxî anonsan dike, hewl didin welatî dernekevin pêş malên xwe jî.