KNK: Parastina Helebê ji parastina Cizîr, Kobanê û Efrînê ne cuda ye

KNK'ê bal kişand ser girîngiya parastina Helebê ji êrîşên çeteyan û got, "Parastina Helebê ji bo Kurdan ji parastina Cizîr, Kobanê û Efrînê cuda nîne. Lewma Kurd divê bi ruha neteweyî di çeperê parastina Helebê de mil bi milê hev ve bin."

KNK'ê bal kişand ser krîza kûr a Sûriyeyê û got, "Sûriye di nav vî şerî de wêran dibe. Xelkên Sûriyeyê di nav perîşaniyeke kûr de ne. Binasên vê rewşa kambax gelek in, lê belê serê sebeban rejîma Baasê bi xwe ye. Vê rejîma dîktatorî ya li dijî xelkê, li dijî mafê mirovî, li dijî hemû bihayên demokratîk, Sûriye kire gola xwînê."

KNK'ê da zanîn, ku ji 2011’an ve Sûriye ketiye nav şerekî bê kontrol û wiha dewam kir: "Hesab û kitabên navneteweyî û navçeyî wek li sehaya Sûriyeyê têne kirine. Di nav vê hercûmercê de Kurdan xwe organîze kirin, warên xwe hilgirtin bin kontrolê û parastin. Ji Efrînê heta Kobanê û Cizîrê, xeta rojavayê Kurdistanê kirine warên azadkirî û dawî li desthilata rejimê anîne û statuya xweseriya demokratîk bi formateke kantonal ava kirine. Ji milekî ve rejimê ji milê din ve dewleta Tirkiyeyê û hevalbendên wan organîzasyoneke kevneperest û reperest a sunî-îslamîst û Erebîst ango DAIŞ gihandin û berdane Kurdan. Vê rêxistina hov ji Başûrê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê, heta Bakurê Kurdistanê jî çeperê xwe yê şerê bê yom fireh kir. Li Şam û Helebê jî hem leşker û polîsên rejîma Baasê hem jî rêxistinên muxalifên Baasê yên Îslam-cîhadîst, Kurd kirin hedefên xwe û êriş kirin. Di van êrîşan de mal û avahiyên Kurdan wêran kirin, Kurd kuştin û yên mayî jî dane koçkirin. Di gel vê êrişkariya dorfireh jî Kurdan berxwedana xwe sist nekirin û bi hemû derfetên xwe û hevkariya dostên xwe welatê xwe, cih û warên xwe parastin.

Kurdan di welatê xwe de, di bajêrên wekî Şam û Helebê de xelkên ji rejîmê û van hêzên kevneperest û yên Îslam-Erebîst mexdûr bûyî, li dora xwe kom kirin û formekî nû dane vê berxwedan û parastinê.

Îro vê cephegiriya fireh a bi pêşengiya Kurdan a li Sûriyeyê sîstemeke Demokratîk û Federal wekî formekî alternatîf daye pêş. Alternatîfa nû ya ku Kurdan li Sûriyeyê aniye rojevê di meydana navneteweyî de jî terefdariyê dibîne. Vê armanca nû, hêzên kevneperest û rejîmê tirsandiye ku êrîşên xwe zêdetir kirine. Dewletên dagirker ên Kurdistanê, bi giştî ji vê rewşa nû ketine nav panîkeke kûr. Bi taybetî dewleta Tirkiyeyê hemû îmkanên xwe seferber kirine ku rêyên li ber Kurdan bigire ku hem Kurd nebin xwêdî statuyeke xweser hem jî Sûriye nebe welatekî federal û demokratîk."

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir:

"Êrîşkariya li ser Kurdan a li Helebê tam di vî delîveyî de bêyî sebeb nîne. Kurd di gel tifaqdarên xwe her diçe di pêşeroja Sûriyeya nû de dibine xwedî rol û insiyatîf. Heleb kelheke stratejîk e di vê pêvajoyê de. Ji ber vê rejim jî, hêzên kevneperest û reperest ên Îslam-Erebîst jî, dewletên dagirker ên wekî Îran û Tirkiye jî, heta hikûmeta Bexdayê baskê Erebî jî dixwazin hêza Kurdan bişkînin. 

Van rojên dawî hêzên girêdayî Muxalefeta Sûriyeyê, di sêrî de El Nusra, Ehrar El Şam û hevkarên wan, êrîşên giran dibin ser taxên Kurdan ên Helebê. Di van êrîşan de gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî bîrîndar bûn. Li gel ku biryara rawestandina şer li Sûriyeyê heye jî, dîsa êrîşên xwe berdewam dikin. Mixabin hêzên navneteweyî vê rewşê temaşe dikin û bê deng dimînin.

Di vê qonaxê de parastina Helebê erkekî welatparêzî ye. Heleb ji alê dîrokî ve jî warê Kurdan e û îro jî Kurd bi nifûseke baş lê dijîn ku di navbera Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) û Şamê de durêyaneke girîng û stratejîk e. Parastina Helebê ji bo Kurdan ji parastina Cizîr, Kobanê û Efrînê cuda nîne. Lewma Kurd divê bi ruha neteweyî di çeperê parastina Helebê de mil bi milê hev ve bin. 

Dinyaya demokratîk û humanîter jî divê bizane ku parastina Helebê wê bibe serkeftina Sûriyeya nû ya demokratîk û federal û di vî warî da divê piştevaniyeke xurttir bikin.

KNK bi giringî balê dikşîne ser vê kuşt û kuştdariya li Helebê û daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku di parastina Helebê de seferber bin û di nav tifaqeke neteweyî û welatî de bibine hevçeper.

Bi vê minasebetê em wek KNK, di sêrî de ji malbatên şehîdan, niştecihên Helebê û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin û êrîşkaran bi tundî şermezar dikin."