Li Şêx Meqsûdê gazên kîmyewî hatin bikaranîn
Komên çete yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê ku li ber çavên hemû cîhanê êrîşên xwe yên li ser taxa Şêx Meqsûdê didomînin, topbarana xwe dijwartir kirin û careke din gazên kîmyewî bi kar anîn.
Komên çete yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê ku li ber çavên hemû cîhanê êrîşên xwe yên li ser taxa Şêx Meqsûdê didomînin, topbarana xwe dijwartir kirin û careke din gazên kîmyewî bi kar anîn.
Komên çeten ku ji meha Sibatê ve bê navber êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin, topbarana xwe dijwartir kirin. Piştî êrîşên 5 û 6’ê Nîsanê ku 19 sivîl hatibûn qetilkirin, çete îro jî êrîşên dijwar pêk tînin.
Li taxê ku baran jî dibare, çeteyan gazên kîmyewî bi kar anîn û gelek welatî bi jehrê ketin. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Topbaran didome.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê beriya niha jî çend rojan ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta Suriyeyê re name şandibûn û diyar kiribû ku çeteyan gazên kîmyewî bi kar anîne. Lê, heta niha ti hêzan dengê xwe nekirine.