Li Şêx Meqsûdê 2 endamên MÎT’a Tirk hatin kuştin

Di nava çeteyên ku duh li Şêx Meqsûd di encama bersivdayina hêzên YPG’ê de hatine kuştin de, 2 endamên MÎT’a Tirk û 5 serçete jî hene.

Komên çete yên girêdayî opozîsyona Suriyeyê yên bi navê Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert, Nûreddîn Zenkî û El Nusra ji meha Sibatê ve bê navber êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.

Çeteyan di 5’ê Nîsanê de jî ji herêmên Seken Şebab, Seken Şikeyf, Sera Muxeberat û Eşrefiyê li dijî Taxa Şêx Meqsûd êrîşeke dijwar dabûn destpêkirin. Di van êrîşên ku 6’ê Nîsanê jî dom kirin de 19 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 80 jî birîndar bûn.

Hêzên YPG/YPJ’ê jî bersiva tund dabûn çeteyan û pevçûnên dijwar qewimîn. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê di şer de tankek û depoyek cebilxane ya çeteyan hat ruxandin, her wiha 36 çete hatin kuştin û 70 çete jî birîndar bûn.

Piştî van şeran çavkaniyên taybet ragihandin ku ji çeteyên ku hatine kuştin 7 çete ji Cephet El Nusra, 6 ji Tevgera Nuredîn Zenkî, 5 çete ji Lîwa Sultan Murat, 8 çete ji Kombûna Festeqim Kema Emert û 2 çete jî ji Siwar El-Şam in.

Her wiha ji çeteyên hatine kuştin 5 ji wan serçete ne. Li gorî çavkaniyan navên van serçeteyan wiha ne: Fermandarekî Ehrar El-Şam Ebdullrehman Ecûz, fermandarên Tabûra Suwar El-Şam Ridwan El-Helebî û Mihemed Elî Firnawî, fermandarekî Tugaya Ehfad El-Hemze Basil Mihemed û fermandarekî Firqeya El-Şimaliye (Bakur) Ebdullkerîm El-Yihya.

Çavkaniyan gotin ku ji bilî van, gelek çeteyên din jî hatine kuştin û gelek jî reviyane.

ŞOPÊN TIRKIYEYÊ

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku ji 5 çeteyên endamên Lîwa Sultan Murat, 2 çete Tirk in û navên Dogan û Aslan li xwe kirine. Çavkaniyan gotin ku ev her du çete endamên Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) a Tirkiyeyê ne.