Engîn: AKP dixwaze 'Kembera Ereb' li Bakurê Kurdistanê ava bike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn diyar kir, AKP dixwaze bi kampa li Pazarcixê re gav bi gav çeteyan li gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi cih bike û mîna kembereke Ereb, Kurdan li Bakur bêbandor bike.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 7 avrêlê 2016, 15:01
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kasim Engîn diyar kir, AKP dixwaze bi kampa li Pazarcixê re gav bi gav çeteyan li gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi cih bike û mîna kembereke Ereb, Kurdan li Bakur bêbandor bike.
Engîn ji ANF'ê re ev nirxandin kir:
"Dewleta Tirk careke din bi pêşengiya AKP, Davûtoglû û Erdogan dixwaze li herêma Mereşê provokasyonên nû derxîne. Ew kampa ku dixwazin li herêma Pazarcixê ava bikin, xwedî hin armancan e. Gelê me yê Elewî di dema dawî de hem li Kurdistanê hem li Tirkiyeyê xwe birêxistin dike. Xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Van rêxistinbûyînên Elewiyan di heman demê de xwedî li berxwedana li Kurdistanê derket û helwest li hemberî zilma Erdogan-AKP'ê nîşan dan.
Armanca kampên dixwazin li nava gundên Elewiyan çêbikin, gelekî eşkere ye. Yên dixwazin li van kampan bi cih bikin endamên DAIŞ'ê ne. Me dîtin, ku di bin navê penaberan de endamên DAIŞ'ê bi çi rengî şandin Ewropayê. Kesên li van kampan werin bicihkirin kesên nêzî DAIŞ, Ehrar el Şam û El Nûsra ye.
Ev armanceke xwe heye. Bi avakirina kampa çeteyan re dixwaze Elewiyan bide revandin. Rewşa rêxistinbûyî ya Elewiyan AKP-Erdogan û faşîstan aciz dike. Lewma dixwaze Elewiyan bide revandin. Di heman demê de dixwazin nakokiyê di navbera Kurdên Elewî û Sûnî de derxîne.
Wekî din dixwaze kampa li vê derê çêbike re li tevahiya Kurdistanê gav bi gav belav bikin. Planên dewletê yên li ser Sûr, Cizîr, Silopiya, Geverê jî di vê çarçoveyê de ne. Avakirina Kemberek Ereb li Bakurê Kurdistanê 12-13 sal beriya niha hatin nîqaşkirin û niha dixin meriyetê. Ji bo bêdengkirina Botanê dixwazin herêmên li ser sînor vala bikin û Ereban lê bicih bikin. Niha derfetên wan zêdetir bûne. 3 mîlyon mirov ji Sûriyeyê anîne dixwazin vana bi rengekî bi cih bikin, ku Kurdan bêbandor bikin.
Eger li Mereşê karibin vê bi ser bixînin, wê gav bi gav li gelemperiya Kurdistanê belav bike. Lewma divê gelê me yê Elewî hişyar be û li dij derkeve. Lewma berxwedana li Pazarcixê niha tê dayîn, divê bi tenê weke berxwedana Elewiyan neyê dîtin. Divê piştgirî were xurtkirin. Ev pirsgirêka tevahiya Elewî û Kurdan e."