Hevşaredarên DBP’î li Başûrê Kurdistanê ne
Hevşaredarên DBP’î li ser daweta Şaredariya Rewandûzê hatin Başûrê Kurdistanê. Heyet beriya mîhrîcanê wê li Silêmanî û Hewlêrê hin hevdîtinan pêk bîne.
Hevşaredarên DBP’î li ser daweta Şaredariya Rewandûzê hatin Başûrê Kurdistanê. Heyet beriya mîhrîcanê wê li Silêmanî û Hewlêrê hin hevdîtinan pêk bîne.
Hevşaredarên DBP’î li ser daweta Şaredariya Rewandûzê ji bo tevlî Mîhrîcana Çand û Huner a Rewandûzê bibin hatin Başûrê Kurdistanê. Heyet, di çarçoveya têkîliyên bi şaredariyên herêma Kurdistanê xurtkirinê û bingehekî xurt ê piştevaniyê çêkirinê de wê li Silêmanî û Hewlêrê hin hevdîtinan pêk bîne.
Di heyetê de Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarê Sêrtê û Hevserokê Yekîtiya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk Tûncer Bakirhan, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr, Hevşaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr û Ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirs Elîf Kaya û Ercan Sezgîn cih digirin.
EMÎNOGLÛ: EM DIXWAZIN SÎNORÊN BÊ WATE RAKIN
Li ser navê heyetê Hevşaredara Bismilê Emînoglû axivî û wiha got: “Em destpêkê dixwazin têkiliyên xwe pêş bixin, van sînorên bê watê yên di navbera Başûr û Bakur de rakin û pirek hê xurttir deynin. Em hewl didin bernameya xwe ya ziyaretê li ser vî esasî pêş bixin.”
Heyet îro wê li Silêmaniyê Walîtî û şaredariyê ziyaret bike, piştre ji bo hin hevdîtinan wê derbasî Hewlêrê bibe. Heyet wê 10’ê Nîsanê tevlî Mîhrîcana Çand û Huner a Rewandûzê bibe.