Li dijî kampa li Mereşê li Fransa û Swîsreyê çalakî

Li Fransa û Swîsreyê li dijî kampa ku tê fikrîn wê ji bo rêxistinkirina DAIŞ’ê bê bikaranîn çalakî û aktîvîte tên lidarxistin.

Ji berxwedana gundiyan a li dijî bajarê konteyner ku tê gotin wê lê DAIŞ’ê bi rêxistin bike û li Gurgumê bê avakirin, piştgiriyek jî ji Strasboûrgê hat.

“Komîteya Strasboûrgê ya Berxwedana Terolar” duh kom bû, plansaziya çalakî û xebatan amade kir. Komîteya ku yên li bajarê Freîbûrg ê Elmanya jî tê de hene, nûnerên Kurd, Elewî, çep û demokratîk digire nav xwe.

Parêzer Mûstafa Torûn jî tevlî civînê bû û têkîldarî milê wê yê hiqûqî agahî dan.

WÊ BIÇIN TEROLAR

Di civînê de bi fikrandina tevlîbûnek mezintir, biryara 10’ê Nîsanê saet 14.00’da li bajarê Lahrê di Salona Şahîn Event de kombûnê hat dayîn. 

Di civînê de ev biryar hatin girtin; Wê bi xwe biçin gunde Terolar û her wiha ji bo ev mijar bikeve rojeva Konseya Ewropa û Parlamentoya Ewropa wê hewldanan pêş bixin. 

WÊ LI SWÎSREYÊ JÎ WERE PROTESTOKIRIN

Protestoyên li hember kampa DAIŞ’ê ya dixwazin li gundê Terolar ê Gurgumê ava bikin her diçe zêdetir dibe. Hewldana Gurgumê ya Swîsreyê ji bo astengkirina vê kampê wê roja Şemiyê saet 14.00’an li Zurich Helvetia Platzê çalakiya protestoyî li dar bixin. Hewldanê banga xwedîderketina warên wan li Gurgumiyan kir, dîsa ji bo piştgiriya çalakiyê bang li tevahî muxalîfan kir.