Êrîşên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS'ê, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di êrîşên dawî de jinekê jiyana xwe ji dest da, 5 sivîl jî birîndar bûn.
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS'ê, êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Di êrîşên dawî de jinekê jiyana xwe ji dest da, 5 sivîl jî birîndar bûn.
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS'ê yên ji aliyê AKP'ê ve tên birêvebirin, ji 16'ê Sibatê û vir ve êrîşî taxa Kurdan a li Helebê Şêxmeqsûd dikin.
Di nava van çeteyên êrîşî taxê dikin de, çeteyên Yekîtî û PDKS ên ser bi ENKS'ê jî hene. Êrîşên çeteyan bi her cure çekên giran tên kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, di êrîşa çeteyan a duh bi şev de jineke navê wê nehat hînbûn jiyana xwe ji dest da, 5 sivîl jî birîndar bûn.
Bi vê yekê re hejmara mirovên ji ber êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê û ENKS'ê di nava du rojên dawî de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 19 kesan. Di van êrîşan de 75 sivîl jî birîndar bûn.
Êrîşên çeteyan ên li hemberî taxê dewam dikin.