Gelek çeteyên qesrê hatin kuştin
YPS'ê diyar kir, di çalakî û şerê li Nisêbîn, Şirnex, Gever û Silopiyayê de gelek çeteyên qesrê hatine kuştin.
YPS'ê diyar kir, di çalakî û şerê li Nisêbîn, Şirnex, Gever û Silopiyayê de gelek çeteyên qesrê hatine kuştin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiyên xwe yên li hemberî çeteyên Qesrê û şerê li Nisêbîn, Gever, Şirnex û Silopiyayê qewimî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'BERXWEDANA BI HEYBET A LI SILOPIYAYÊ DEWAM DIKE'
Di daxuyaniya YPS'ê de hat gotin, "Berxwedana bi heybet a li Silopiyayê dewam dike nîşan dide ku çeteyên Qesrê nikarin bi hêsanî bajarên Kurdan û malên gelê Kurd ê fedekar desteser bikin. Di serî de gel û ciwanên Silopiyayê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî armancên çeteyên Qesrê yên ji bo bicihkirina çeteyên DAIŞ'ê li Kurdistanê derkevin û li ber xwe bidin.
Li hemberî operasyonên înkar, tinekirin û desteserkirinê yên çeteyên Qesra AKP'ê, hevrêyên me yên ciwan, ewladên fedaî yên gelê Kurd ji her demê bêhtir li ber xwe didin."
YPS'ê li ser çalakî û şerê dawî ev agahî da:
NISÊBÎN
"Roja 6'ê Nîsanê yekîneyên me yên berxwedanê li taxa Koçeran, çalakiyek li dijî êrîşa çeteyan kirin û di encamê de endamekî POH (tîmên taybet ên polîsan) hat kuştin.
6'ê Nîsanê saet di 16:00 de, li hemberî çeteyên Qesrê yên ketin hundirê xaniyekî, çalakiya sabotajê hat kirin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nayê zanîn.
ŞIRNEX
5'ê Nîsanê pîştî nîvro, tankek û maşîneke zirxî ya Kobra bombe li taxa Dîcle barandin. Ciwanan bersiv dan vê êrîŞê û bi çalakiyên xweparastinê re derbên xurt ki van her du maşînan dan. Maşînên derb xwarin ji neçarî ji taxê derketin.
Roja 5'ê Nîsanê di encama çalakiya yekîneya me ya parastina sivîlan a li taxa Yenî de endamekî POH'ê hatin kuştin. Heman rojê li Vakif Kentê jî yekîneyeke me çalakî kirin û li vir 2 endamên POH'ê hatin kuştin. Dijminê ku li vir kuştî da, piştre bi tankan û hawanan êrîşî derdorê kir.
6'ê Nîsanê li taxa Ataturk, maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder, dema li taxa Dîcle dida, ciwanên taxê diparêzin lê dan. Di encamê de çeka li ser vê maşînê hat îmhakirin. Li vê derê kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
6'ê Nîsanê saet di 15:00 de li hemberî çeteyên Qesrê yên nexweşxaneya nû ji xwe re weke biryargehê bi kar danîn, yekîneyeke me ya YPS Jin çalakiyek pêk anî. Di çalakiyê de bi çekên giran derbên xurt li çeteyên Qesrê hatin xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Piştî vê çalakiyê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.
5’ê Nîsanê wesayîtek zirxî ya Ejder û 2 wesayîtên zirxî yên Kobra hewl dan ji aliyê Tatarlar bikevin Taxa Îsmet Paşa. Yekîneyên me bi bandor li van da, di encama vê hedefgirtinê de her sê wesayît jî bi derbxwarinê vekişiyane.
5’ê Nîsanê dema wesayîtek zirxî ya Kîrpî ket Taxa Dîcleyê ji aliyê yekîneyên me bi roketan hate hedefgirtin, bi derbxwarinê vekişiyaye.
3’yê Nîsanê endamê me yê YPS’ê Sekvan Îlhan şehîd ketiye. Detayên sicîlê wê piştre bên dayîn.
SILOPIYA
3 roj in şer dewam dikin. 4’ê Nîsanê saet 12.00’an yekîneyên me yên parastina sivîl li gelek taxan li dijî êrîşan çalakî li dar xistine. Dîsa di çalakiyên bi bombeyên dest û çekên ferdî yên li hember çeteyên Qesrê de her çiqasî mirî û birîndarên wan hebin jî hejmar nehatiye zelalkirin. Her wiha dîsa li ser heman rêyê di çalakiya li hember wesayîteke zirxî de wesayît hatiye derbkirin, di çalakiyek din a sabotajê de jî wesayîteke zirxî bi temamî hate îmhakirin, 4 endamên POH’ê jî mirine.
4’ê Nîsanê saet 12.00’an li Taxa Barbarosê piştî çalakiya sabotajê wesayîteke zirxî ya Akrep hate îmhakirin. Li dijî dijminê ku saet 13.00’an kete êrîşê jî çalakiya sabotajê hate lidarxistin, wesayîtek zirxî ya Akrep hate îmhakirin, 8 endamên POH’ê hatin kuştin. Mirî û birîndarên li vir piştî rojekê hatin rakirin.
Di şerên heta niha de 3 endamên me yên YPS’ê şehîd ketine.
GEVER
6’ê Nîsanê saet 10.00’an 2 sekvanên çeteyên Qesrê ketin avahiyeke li Taxa Cûmhûriyetê, ji aliyê yekîneyek me ya YPS JIN hate ferqkirin û çalakî hate lidarxistin. Di encama lêdanan de çeteyekî Qesrê hate birîndarkirin. Taxên Cûmhûriyet, Gungor, Orman, Kişla, De ji aliyê hêzên qetlîamker hatin bomberdûmankirin di encama bomberdûmanê de şewat derketiye.”