Li Tirkiyeyê bi dehan girtiyên nexweş ên mafên wan ên tedawîkirinê ji dest hatin girtin, jiyana xwe ji dest dan.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Vetha Aydin bal kişand ser rewşa 20 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tên ragirtin û da zanîn, ku girtî li girtîgehan tên gerandin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.
Aydin got, "Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê di nava lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de Avnî Ûçar heye û li cem wî jî Osman Ozun, Nûman Baran hene. Yek jê giran 20 girtiyên nexweş li vê girtîgehê ne. Ji van Avnî Ûçar bi kanserê ye û nexweşiya gurçikê jî pê re heye. Ji bo azadiya Ûçar me kampanya dan destpêkrin. Gelek rapor ji Saziya Tipa Edlî girtiye. Lê belê mîna girtiyên din li astengiyên qanûn, sîstem û dewlet Tirk aliqî ye û nayê berdan. Avnî Ûçar ewilî sirgûnî Girtîgeha Şakranê hatibû kirin. Dûre şandin Girtîgeha Amedê. Li Amedê dihat dermankirin, lê herî dawî piştî bûyera fîrarê gelek girtiyên nexweş ji Amedê sirgûnî Sêrtê hatin kirin."
'RÊYA BI TENÊ AZADBÛNA WAN E
Aydin da xuyakirin girtiyên nexweş ên ji Amedê sirgûnî Sêrtê hatin kirin bi fikar in ku sirgûnî herêmên din werin kirin û destnîşan kir, ku ji bilî azadbûna girtiyên nexweş ti rê nîne. Aydin ragihand, eger girtî neyên berdan û neyên tedawîkirin wê bi mirinê re rû bi rû bimînin. Aydin bang li raya giştî kir ku bi hestyarî û berpirsyarî li ser vê mijarê tevbigere.