Bayik: Şer spartine gelê Kurd, jixwe wê bersivê bidê
Bayik diyar kir ku PKK’e xwedî ezmûnên 43 salan in, nivîsî ku Erdogan xwe dixapîne û di pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire de yê winda bike wê dewleta Tirk be.
Bayik diyar kir ku PKK’e xwedî ezmûnên 43 salan in, nivîsî ku Erdogan xwe dixapîne û di pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire de yê winda bike wê dewleta Tirk be.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersivên tehdîdên ku serokkomar û serokwezîrên Tirk li gelê Kurd dikin dan.
Bayik hewldanên aştiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, got ev giştî hewldan ji aliyê Erdogan ve vala hatine derxistin.
Bayik diyar kir ku PKK’e xwedî ezmûnên 43 salan in, nivîsî ku Erdogan xwe dixapîne û di pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve şekil digire de yê winda bike wê dewleta Tirk be.
Nivîsa Cemîl Bayik a bi sernivîsa ‘Têkoşîn Wê Tecrîdê Bişkîne Çareseriyê Bîne’ di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de nivîsiye wiha ye:
Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglû gelên Tirkiyeyê dixapînin. Pêvajoya ku mîna pêvajoya çareseriyê dihat binavkirin çawa qediya diyar e. Di encama keda salan de li Dolmabahçeyê deklerasyona demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka kurd ji raya giştî re hat eşkerekirin. Kê ev red kir û got mase tune ye? Ji bo peyama demokrasî û çareseriyê ya Rêber Apo yên Newroza 2015’an re got van peyaman Îmralî rewa kir? Ji 5’ê nîsana 2015’an ve li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîda giran kî dimeşîne? Pêvajoya çareseriya siyasî ya demokratîk hat piştguhkirin û gava yekemîn a şer avêtin. Dema hilbijartinên 7’ê hezîranê winda kirin di 24’ê tîrmehê de derbasî şerekî giştî bûn. Hilbijartinên 1’ê mijdarê ji bo perdeya siyasî ya vî şerî hatin lidarxistin.
Hilbijartina 1’ê mijdarê mîna hilbijartina di 1946’an de CHP’ê bi bikaranîna hemû derfetên dewletê re bi ser ketibû ye. Bi cehwerî gotinên AKP’ê yên mîna, “PKK pêvajo têk bir, PKK’ê şer da destpêkirin” dereweke mezin e. Li gorî biryara şer a 30’ê cotmeha 2014’an a di Konseya Ewlekariya Milî (MGK) de hat girtin, Mutabaqata Dolmabahçeyê hat redkirin, tecrîd li ser Rêber Apo hat meşandin û bi serkeftina hêzên demokrasiyê ji hilbijartinên 7’ê hezîranê û pêde biryara şer xistin pratîkê.
Erdogan û Davûtoglû jî gotinê ev 40 sal in tê gotin yên mîna, “yan ew ê biqede, yan ew ê biqede” bi kar tînin. AKP û MHP bi sazkirina tifaqê dibêjin heta gerîleyek bi tenê bimîne wê şer bidomînin. Ew jî mîna siyasetmedarên ne xwedî polîtîkayên çareseriyê ne, diaxivin û pratîkê nîşan didin. Heta di pirsgirêka kurd de têgihiştin û polîtîkaya çareseriyê dernekeve wê ev gotin bên bilêvkirin û şer bidome. AKP û MHP niha polîtîkayên ku dijminên Tirkiyeyê dixwazin bimeşînin. Ketine xefka polîtîkaya şerkirina Tirkiyeyê û kurdan. Rewşa yên polîtîkaya wan a çareseriya pirsgirêka kurd nîne bikevinê ev e. Tenê û tenê yên xwedî polîtîkayên çareseriya pirsgirêka kurd dikarin li gorî berjewendiyê gelên Tirkiyeyê tevbigerin.
Tu hêz nikare Tevgera Azadiya Kurd tune bike. Ev gotin ên psîkolojîk in tenê ji bo xapandina gelên Tirkiyeyê bi kar tînin. Bêguman ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurd hemû derfetan bi kar tînin. Lê belê mîna 40 salên borî ev jî neçarî encamnegirtinê û têkçûnê ne. Dikare were gotin hîn encamnegirtinek ji yê berê jî mijara gotinê ye.
PKK ne tevgereke çil rojî ye, mîna DAIŞ’ê tevgereke ku bi desteka hinekan û Tirkiyeyê hatibe avakirin nîne. Reh û kokên xwe yên 43 salî kur kirine û partiyeke herî zêde xwedî ezmûn a di siyaseta Rojhilata Navîn de ye. Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Ahmet Davûtoglû, PKK û partiyên tên afirandin tevli hev dikin. PKK bi kedeke mezin gihiştiye van rojan. Xwedî hêzeke fedayî ya dibêje, ‘Yan azadî, yan azadî’ ye. Di şerê çil salî de ev gel gihiştî ye. Ji ber vê yekê jî gotinên Tayyîp Erdogan ên şerê taybet xwexapandin in. Bêguman ya dibe bi gelan dibe. Her wiha zirarê didin gelê kurd jî, êş tên kişandin; lê belê di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin de herî zêde Tirkiye winda dike. Rêber Apo bi Manîfestoya 2013’an û Mutabaqata Dolmabahçeyê xwest bi hemû gelên Tirkiyeyê û Tirkiyeyê bide qezenckirin. Lê belê Tayyîp Erdogan ev nêzîkatî piştguh kir û şer hilbijart. Ev şer wê heta polîtîkaya Tayyîp Erdogan û hevkarên wî têk biçe bidome. Şer li gelê kurd hat ferzkirin. Tevgera Azadiyê jî bêguman bi berxwedeneke mezin a dîrokî wê bersivê bide vî şerî.
Bêguman hêza herî maqûl a çareseriyê Rêber Apo ye. Devreyî proje û nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd ne mimkun e li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Rêber Apo demakratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd di nav hev de digire dest. Bi berfirehkirina demokrasiya herêmî çareserkirina pirsgirêka kurd mîna hedef danî ber xwe. Lê belê tenê bi gotina bila herin bi Îmraliyê re hevdîtinan pêk bînin pirsgirêk çareser nabe. Rêber Apo nêzîkatiya herî maqûl nîşan daye. Ji ber vê yekê heger projeya çareseriyê hebe Rêber Apo dikare rola xwe bilîze. Heta têgihiştin û polîtîkayên Erdogan û Davûtoglû neyên guhertin tiştekî ku Rêber Apo bike tune ye. Di destê Rêber Apo de çoyê sêhrê tune ye. Ji bo hikûmeta AKP’ê bişînin cem Rêber Apo ê sermuzakervan e divê têkoşîn were bilindkirin. Ji bo hêza çareseriyê ya Rêber Apo pratîze bibe jî pêwîstî bi têkoşîneke bi vî rengî heye. Ji bo şikandina tecrîda ev salekê zêdetir heye jî divê têkoşîn were meşandin. Di navbera şikandina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka kurd de girêdaneke yekser heye. Bi têkoşînê heger bêçareserî û polîtîkaya şer vala were derxistin, wê demê tecrîd jî dişike û Rêber Apo jî dikare rola xwe bilîze.
Bi Mutabaqata Dolmabahçeyê re Rêber Apo ji heyeta HDP’ê got, “êdî heger ji bo çareriyê be hûn ê werin, an hewce nake; heger hûn werin jî ev ê tenê bibe sohbet” û karakterê pêvajoyê raxiste ber çavan. Lewre ji bo ku çûyîn ji bo sohbetê nebe divê têkoşîn were bilindkirin û dewleta tirk bajon ber noqteya polîtîkaya çareseriyê.