Li Nisêbînê heta serê sibehê şerekî dijwar qewimî
Li Nisêbînê êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Hêzên rejîmê yên dor li taxa Abdulkadîrpaşayê girtine, bi tankan gelek mal xera kirin. Li navçeyê tevahiya şevê şerekî dijwar qewimî.
Li Nisêbînê êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Hêzên rejîmê yên dor li taxa Abdulkadîrpaşayê girtine, bi tankan gelek mal xera kirin. Li navçeyê tevahiya şevê şerekî dijwar qewimî.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku dagirkerî û êrîşên hêzên dewleta Tirk lê dewam dikin, duh tevahiya şevê şerekî dijwar qewimî. Hêzên dewleta Tirk ên dor li taxa Abdulkadîrpaşa girtin, bomberûmana ji tank û maşînên zirxî, gelek xanî xera kirin.
Li vê taxa êrîş lê giran bû, der barê encama şerê duh de agahiyeke zelal bi dest neket. Li navçeyê bi sedan maşînên zirxî di nava liv û tevgerê de ne.