Şehîdên Şêx Meqsûdê li Efrînê hatin oxirkirin
Cenazeyê 7 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê û Artêşa Şoreşgeran ku li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Refîq hatin oxirkirin.
Cenazeyê 7 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê û Artêşa Şoreşgeran ku li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Refîq hatin oxirkirin.
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê û navçeyên wê ji bo wergirtina cenazeyên 7 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê û Artêşa Şoreşgeran ku di encama êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya nexweşxaneya Avrîn hatin cem hev.
Piştî wergirtina cenazeyan, girseyê bi karwanekî ji sedan wesayîtan berê xwe dan goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera.
Li goristanê hêzên Asayîşê merasîma leşkerî li dar xistin. Paşê Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Cîgira Serokê Desteya Hundirîn Ferîda Ebdo û Endama Saziya Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivîn û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwestin.
Axaftvanan bal kişandin ser berxwedana şervanên YPG/YPJ û Artêşa Şoreşgeran a parastina Taxa Şêx Meqsûd û şêniyên wê û ev berxwedan wek “bê hempa” bi nav kirin.
Piştî axaftinan nasnameyên şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên pakrewanan di nav tilîlî û dirûşmeyên girseyê de hatin definkirin.