Gundên Geverê tên bombekirin, gundî li ber xwe didin

Dewleta Tirk zorê dide gundiyên Geverê, ku malên xwe biterikînin. Gundiyan dan xuyakirin, ku berdêl çi dibe bila bibe, ew ê malên xwe neterikînin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewleta Tirk zextê li gundiyan dikin, ku malên xwe biterikînin. Gundiyên ku serî li ber zext û gefên dewletê natewînin, malên wan tên bombekirin. 

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, gundiyên pezê xwe diçêrandin rastî tîmên taybet hatine û van tîman zext li wan kirine ku gund vala bikin. Her wiha ji bo valakirina gundê Mesûdava, ji qereqolên li derdorê hawan hatin avêtin. Gelek hawan li dîwarên malên gundiyan ketin. Ji ber xisar li xaniyan bû, gundî nikarin bikevin nava xaniyên xwe.

Gundiyan diyar kirin, berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê malên xwe neterikînin û serî li ber hêzên dewletê netewînin.