Li Bismil, Şirnex û Geverê çalakî, li Amed û Agiriyê operasyon

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Şirnexê û operasyonên li Agirî û Amedê de agahî da.

Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Bismilê çawişekî pispor hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Şirnexê û operasyonên li Agirî û Amedê de agahî da.

Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî li Amedê jiyana xwe ji dest da hat eşkerekirin.

LI BISMILÊ ÇAWIŞEKÎ PISPOR HAT KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê çawişê pispor ê li Bismilê hat kuştin de ev agahî da:

"Roja 6'ê Nîsanê saet di 09:00 de hêzên me yên gerîla, li girê Belde yê ser bi navçeya Amed Bismilê çalakiyeke sûîqestê li hemberî artêşa TC pêk anîn. Di vê çalakiyê de çawişekî pispor ê bi navê Mûhammed Seyît Çelîk ê beriya niha tevlî operasyonên li Sûrê bû hat kuştin."

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

Di dewama daxuyaniya navendê de hat ragihandin, roja 6'ê Nîsanê gerîlayan li hemberî tumena li Şirnexê çalakî pêk anîne û li ser vê çalakiyê jî ev agahî hatin dayîn:

"6'ê Nîsanê saet di 07:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li hemberî tumena li navenda Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Mirî û birîndarên leşkeran ên vê çalakiyê neha zelalkirin. Piştî çalakiyê tirên tumenê û qereqola Çelê Nimêja obus û hawan avêtin qadên Girê Mizgeftê, Çiyayê Fileha û Besta Meryemê."

LI PASÛRÊ OPERASYON

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, di 3'ê Nîsanê de li qada Dorşîn a navçeya Amed Pasûrê operasyon hatiye destpêkirin.

Hat gotin, hemû cerdevanên li herêmê tevlî operasyonê bûn. Di operasyona ku balafirên keşfê jî lê hatin bikaranîn de helîkopterên Kobra li qadê xistin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "4'ê Nîsanê, tîmeke me ya gerîla dema ji wezîfeyê vedigeriya li artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Di şer de hevalê me Dêrsim Bêrîtan birîndar bû û heta fîşeka xwe ya dawî li dijî artêşa TC a faşîst şer kir û şehîd ket. Ev operasyon di 5'ê Nîsanê de bi dawî bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye:

Nasnav: Dêrsim Bêrîtan
Nav paşnav: Senan Mûhammedî
Cihê ji daykibûnê: Sine
Navên dayik û bav: Feraset - Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Nîsana 2016 / Amed

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn, roja 6'ê Nîsanê saet di navbera 09:00-12:00 de li hemberî girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Geverê hêzên gerîla bi çekên giran çalakî pêk anîn, lê hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Her wiha hat ragihandin,  ku ji 6'ê Nîsanê û pê ve artêşa Tirk li qada Celaliyan a navçeya Agirî Bazidê kemîn daniye.